Daraza Tirkiyeyê rojeva sereke ya Ewropayê ye 2021-11-27 09:02:29     Şehrîban Aslan   AMED - Cigira Hevserokatiya Giştî ya ÎHD’ê parêzer Rahşan Bataray ku tevlî civîna Komîsyona Parlamentoya Ewropayê bû, diyar kir ku di civînê de rojeva sereke binpêkirinên mafan yên pergala darazê ya Tirkiyeyê bûye.   Civîna Komîsyona Parlamentoya Ewropayê ya bi mijara ‘Rewşa pergala darazê ya li Tirkiyeyê û di qanûnan de rêzdariya li hember mafan’ di 15’ê Mijdarê de pêk hat.  Komîsyonê vexwendîname şand ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û li ser vê  Cigira Hevserokatiya Giştî ya ÎHD’ê parêzer Rahşan Bataray bi onlîne tevlî civînê bû. Rahşanê der barê civînê de nirxandin kir.   ‘Sernavê mijarê bê alîbûna darazê bû’   Rahşanê destnîşan kir ku mijara sereke ya civînê pergala daraza Tirkiyeyê bû û ev tişt vegot: “Sernavê mijarê dîrek bê alîbûna darazê bû. Ez jî li ser navê ÎHD’ê tevlî bûm û min di mijarên polîtîkayên zextê yên bi destê darazê tên meşandin, binpêkirinên mafan yên ji ber vê dertên holê, rewşa darazê, girtîgeh û zextên li ser girtiyên siyasî yên Kurd nirxandin kir.  Civînek onlîne bû lê gelek baş û erênî bû.”   ‘Me rapor parve kir’   Rahşanê balkişand ser endam û rêveberên ÎHD’ê yên girtî, tên darizandin an jî niha li derveyê welat in û got: “Dîsa her çalakî, bername û daxuyanî yên siyasetmedarên kurd dibin mijara darizandin. Me der barê vê de rapor û daneyên berfireh parve kir.  Me nirxandina xwe li ser sê beşan meşand. Ya yekem girtin û binçavkirina aliyên muxalîf, ya duyem binpêkirinên mafan yên girtîgehan. Dîsa me balkişand ser rewşa girtiyên nexweş. Me balkişand ser tecrîda li Îmraliyê. Me got Tirkiye hem li dij mevzuata xwe û hem jî ya navneteweyî tevdigere.”   Rahşanê daxuyand ku yek ji mijara din ya ku di civînê de bi berfirehî anîne ziman, polîtîkayên bêcezabûnê ne û ev bêcezabûn çawa pêk tê bi dosyayên şênber nîşan dane.   ‘Gotin divê pêngavên tûnd bên avêtin’   Rahşanê her wiha di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wek komîsyon bangek kirine û wiha dawî lê anî: “Me got di vî alî de çalakî û bernameyên tên kirin divê hinek din bi bandor bin. Me got bi daxuyaniyek hêsan divê ev neyên derbas kirin û pêşniyar kir ku der barê penaberên li sînorê Polonya û Belarusê de biryara bang kirinê, bê girtin. Ji xwe hemû kesên tevlî parlamentoyê bibûn, wisa li ser pergala daraza Tirkiyeyê zanabûn ku hemû binpêkirin bi berfirehî izanin.  Em jî bi rêk û pêk raporên xwe bi wan re parve dikin. Lê nîqaşên wan nav wan de hene.  nîqaşên wekê ‘Belê her sal der barê binpêkirinan de pêşniyar hene. Gelo em ê bi daxuyaniyekê bimînin an jî em ê di mijara Tirkiyeyê de bang li YE’yê bikin ku pêngavên ser bavêjin’. Nîqaş bi giştî di vî alî de bûn. Wan digotin divê hîn bêtir pêngavên tûnd bên avêtin.”