ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-27 09:00:00       *Cigira Hevserokatiya Giştî ya ÎHD’ê parêzer Rahşan Bataray ku tevlî civîna Komîsyona Parlamentoya Ewropayê bû, diyar kir ku di civînê de rojeva sereke binpêkirinên mafan yên pergala darazê ya Tirkiyeyê bûye. DÎMEN HEYE   *Sekretera Jinan a Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Ezgî Çelîk bûyerên êrîşa zayendî yên li dibistanan û bêcezahiştina gumanbaran nirxand û da zanîn ku di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser milên mamosteyan û her alî civakê, divê têkoşîneke hîn bêtir xurt bê meşandin. DÎMEN HEYE   *Parêzera femînîst Merîç Eyuboglu da zanîn ku di lêgerîna tazî de çûne guherîna nav ya wekê ‘lêgerîna berfireh’ û got lêgerîna tazî binpêkirina maf e û teşhîrkirina wê gelek girîng e. DÎMEN HEYE   *Lêkolînera femînîst a Uruguayî Florencîa Guarach  da zanîn ku felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rastiya cîhaneke nû derdixe holê û got tecrîda li ser Ocalan binpêkirina mafê mirovan e, heta neyê berdan aştiyeke mayînde jî ne pêkan e.   *Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku rola HDP’ê ya di pêvajoya çareseriyê de hinceta wekî hinceta girtina wê hatiye nîşandan û got: “Ji pêvajoya çareseriyê heta doza girtinê heyeta me berpirs tê dîtin. Ger ev sûc be divê ew gumanbarên sereke bin. Hevdîtinên bi rayedarên KCK’ê re hatin kirin, ji derveyê agahiya AKP û MYK’ê nebûn.” BI DÎMEN