Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin 2021-11-27 08:50:19     MÊRDÎN - Li Mêrdînê endamên çandê û Dayika Aşitiyê jî di nav de gelek kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.   Li navçeya Qosera Mêrdînê di serdegirtina malan de endamên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Abdullah Ayav û Ruken Aslan, endamên Koma Dengê Jinên Azad Kudret Uçuk û Wesîle Yuksel, Berdevka dayikên Aşitiyê ya Qoserê Havlet Oncu, endamê DİK ê Fahrî Dogan, Hamît Gungor endamê meclisa Şaredariya Şemraxê û Fadil Karçi hatin binçav kirin. Kesên ku hatin binçavkirin  birin emniyeta polîsan a navçeyê.    Li gorî agahiyên ji malbatên wan hatine girtin di hundirê malê de bi seetan lêgerînê dewam kiriye û li Wesîle Yulsel jî lêgerîna tazî hatiye kirin.