Girtiya nexweş Ayfer Ayçîçek:Tevî tecrîdê em dest ji rastiyan bernadin 2021-11-26 09:05:52       Marta Somek   STENBOL - Girtiya bi nexweşiya giran Ayfer Ayçîçek a 13 sal in girtiye peyam ji ajansa me re şand û got:  “Heta dikarin bila vê tecrîda giran pêk bînin, lê em dîsa jî dest ji nirxên xwe bernadin û em ê bibin şopdarê vê rêyê.”   Ayfer Ayçîçek di 2007’an de li Edeneyê hat girtin û li gorî ÎHD’ê yek ji nexweşa giran a ji girtîgehên Marmarayê ye. Ayfer ku bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat darizandin 22 sal û 11 meh ceza lê hat birîn, niha jî li girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê ye. Ayferê di pêvajoya li girtîgehê de gelek carî bi pêkanînan re û tacîza gotinî re hat rû hev. 8 mehan di hucreya yek kesî de hat girtin û surgunî gelek girtîgehan hat kirin.    Ji ‘zirara malê cemawerî’ doz hat vekirin   Ayferê ji ber şertên girtîgehê nerehetiyên psîkolojîk jiya û tevî rewşa wê ya tenduristiyê ne baş bû jî li girtîgeha Alanyayê bi hinceta ‘zirar daye malê cemaweriyê’ doz lê hat vekirin. Piştre surgunê girtîgeha Gebzeyê hat kirin û mehek û nîvê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sînîr û Tenduristiya Rih a Bakirkoyê hat dermankirin. Ayferê di vê pêvajoyê de gelek îşkence û zext dît.  Ayferê bi piştgiriya hevalên xwe moral û motîvasyona xwe parast.   ‘Zext encama tecrîda giran e’   Ayferê bi hevkariya parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Elîf Taşdogan pirsên me bersivandin. Ayferê da zanîn ku niha li girtîgeha Gebzeyê dimîne û zext, şîdet, tacîzê dibîne û bi pandemiyê re jî ev yek derketiye asta herî jor.   Bi pêkanînên cuda re hat rû hev   Elîfê diyar kir ku Ayferê di 2008’an de tê girtin û dema nû tê girtin 8 mehan di hucra yek kesî de dimîne û dema lêpirsîna wê diqede dişînin girtîgehê û lêgerîna tazî lê tê ferzkirin û wiha got: “Wê demê memûrên girtîgehê tacîza gotinî dikin. Tevî hemû şertên zehmet lêgerîna tazî qebûl nake. Ayferê got zextek psîkolojîk lê kirine. Piştî 8 meh di hucreyê de dimîne şûnde digirin qawişê. Şandin Alanya, Gebeze û gelek girtîgehên din.”   Nexweşiya wê ji ber şertên girtîgehê giran bû   Elîfê daxuyakirin ku nexweşiya Ayferê piştî van pêkanînan dertê holê û ev tişt daxuyand: “Nexweşî ji ber şertên girtîgehê zêde dibe. Dema li girtîgeha Alanyayê bû pir zehmetî kişand.Tevî rewşa wê bi hinceta zirar daye malê cemawerî doz lê hat vekirin. Ayferê diyar kir ku dema hişê wê ne li serê wê bû ji ber şertên zehmet, di carekê de krîz derbas kiriye û camên qawişê şikandiye. Ew jî dibêje jixwe, hişê wê ne li serê wê bûye û bijîşkên mudaxale kirine jî gotin krîza sînîr derbas kiriye. Lê îdareya girtîgeha Alanyayê doz lê vekir û ceza danê.  Ji ber tenduristiya Ayferê ne baş bû  wê demê îtîrazî tu tiştekî nekiriye. Ji ber vê jî ceza tê erêkirin.”   ‘Dijhiqûqî tê kirin’   Elîfê destnîşan kir ku cezayê Ayferê niha qedyaye lê ji ber ji doza ‘zirar daye malê cemawerîyê’ tê girtin. Ji ber Ayferê wê demê îtîraz nekir, niha bi awayekî dijhiqûqî tê girtin. Ayferê jixwe wê demê ne di rewşa ku îtîraz bike de bû. Tenduristiya wê ne baş bû.”   Li nexweşxaneyê pêkanîna nebaş   Elîfê axaftina xwe wiha domand: “Ji ber têkiliya wê bi malbat û parêzeran re ne mijara gotinê bû mixabin îtîraz nehatiye kirin. 13 sal in girtiye. Pêkanîneke taybet mijara gotinê ye. Ji ber vê jî zehmetî kişand. Ayferê ev jî got ‘Pêkanînek taybet li hember min heye’. Ayferê mehek û nîvekê li Nexweşxaneya Bakirkoyê raza. Wê demê jî gelek pêkanînên nebaş pê kirin. Ayferê ji bo vê jî got ‘Şertên girtîgehê nebaş bûn lê piştî çûm nexweşxaneyê ez li şertên girtîgehê geriyam.”   ‘Pêkanîna tecrîdê’   Elîfê destnîşan kir ku memûrên girtîgehê demek dirêj heqaret li Ayferê kirine û Ayferê gotiye ku ev pêkanîn bi pandemiyê re derketine asta herî jor û got pêvajoya normal dest pê kir lê li girtîgehan ev pêk nehat. Ayferê da zanîn hîna dernakevin qadên hev. Her wiha got ku her kes li derve jiyana normal dijî lê li girtîgehê pêkanîn didome û ev tecrîd e. Ayferê du sal in bi rêk û pêk antîdepresan û 4 dermanên din ên giran bi kar tîne. Ev dermanên giran in. Ev ji cihên diyarkirî tên temînkirin. Îdare rewşa Ayferê dizane. Ayferê berê qet serî li Saziya Tipa Edlî nedaye. Sedema vê jî wiha vegot: “Min serî lê neda. Çima serî lê bidim.  Niha gelek nexweşên giran ên nikarin li xwe binêrin, bernadin wê min berdin. Ji ber vê min serî lê neda.”   ‘Hevalên wê piştgiriya wê dikin’   Elîfê bal kişand ser vê mijarê û wiha pê de çû: “ Girtîgeh nayên dîtin ji ber vê binpêkirin gelek zêde ne. Mixabin kes nabîne û dengê wan nayê bihîstin. Ji ber vê ez dubare dibêjim ku divê em hestiyariyê ava bikin û dengê wan bibihîzin. Ji ber nexweşiya Ayferê divê tenê nemîne, ji ber rewşa wê girantir dibe. Ayferê niha li Gebzeyê bi hevalên xwe yên qawişê re dimîne. Di peyama ku Ayferê da de, hevalên wê piştgiriya wê dikin, jiyanek komunal dimeşînin. Ayferê got ‘Ez tenê bûma rewşa min wê zehmet bûya. Ji ber hevalên min ligel min in ez rehet im. Girtiyên nexweşên wisa divê li girtîgehê nemînin. Di alî fîzî de jî Ayferê ne baş e. Nexweşiyên wê hene. Tevî vê sekna wê xurt e û bi moral e. Ayferê got ‘Baweriya min bi edeleta tirk tune ye lê ez dizanim ku wê wisa berdewam neke, wê ev dijhiqûqî bi dawî bibe.”   ‘Şîdet û îşkenceya derûnî pêk tînin’   Elîfê di berdewamiyê de anî ziman ku wê Ayferê demeke din jî dermanan bi kar bîne û tevî her tiştî têkoşîna xwe didomîne. Elîfê bal kişand ser hedefgirtina Ayferê ya di televîzyonan de û wiha got: “Îşkence û şîdeta derûnî lê dikin. Li gorî agahiyên wê 5-6 meh berê qenalek bi navê TRT World di bernameyeke wek belgefîlmê de navê Ayfer û  navê çend kesên di heman rewşê de ne, bi aşkera tê parvekirin û hedef girtine. Ger tiştek din çênebe Ayfer du sal şûnde tê tahliyekirin. Ji ber vê jî bi aşkera propanganda reşkirinê, ne ahlaqî ye. Ayferê ji ber vê bi fikar e û dibêje ‘Ez derkevim derve jî ez ê bi fikar bim. Agahiya nasnameya min, li ku dimînim. Hemû hatine parvekirin. Ev mixabin min dike nava fikaran.’ Cezayê Ayferê kêm maye. Lê hîna jî bi van mirovan re mijûl dibin. Niha ev jin di bin zexta derûnî de ye.”   ‘Hûn dibin dengên me’   Elîfê dewamiya peyama Ayferê ya şandiye ajansa me wiha ragîhand: “Ayferê bi taybet ji JINNEWS’ê re spas kir. Ji ber hestiyariya li hember girtiyan û taybet girtiyên jin spasî kir. Dema ez nû çûm pir kêfxweş bû. Got ‘Qe nebe hûn dibin dengê me’. Mixabin Ayferê bi gelek binpêkirinan re hatiye rû hev û dengê xwe nikaribû bide bihîstin. Lê tevî vê moralê wê gelek baş bû.  Ayferê ji bo tecrîdê jî wiha got ‘heta dikarin bila tecrîdê giran bikin. Em dest ji nirxên xwe bernadin. Em dest ji rastiyan bernadin. Daxwaza me jiyanek mirovane ye. Em ê her tim şopdarê vê bin.’”