Jinên Şengalê banga têkoşîna hevpar kirin 2021-11-25 20:36:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê jinên Êzidî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Ser Jinê meşiyan û li dijî şîdetê bang li tavahiya jinên cîhanê kirin.   Li Şengalê jinên Êzidî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Ser Jinê bi pêşengiya Tevgara Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) meşiyan. Di meşa bi sedan jin tevlî bûn de, alên YJŞ, TAJÊ û rêxistinên jinan hatin bilindkirin. Di meşê de dirûşmeyên weke; “Jin jiyan azadî’ û ‘Jin jiyane jiyanê nekujin” hatin berzkirin.   Piştî ku meşa li navenda Şengalê dest pê kir gihîşte Çerxerêya Yermûkê û li vir daxuyanî hate dayîn. Endama Kordînasyona TAJÊ’ê Riham Hiço daxuyanî da.    Riham, di serî de  şîdeta li ser jinê şermezar kir û wiha dewam kir “Jin  bi berdewamî rastî şîdetê tên, ne tenê di vê rojê de. Lê em dixwazin di vê rojê de bidin diyakirin ku şîdet bê navber berdewame. Dema em dibêjin şîdet gelek aliyên wê hene. Him di aliyê fizikî de, derûnî de. Ev  şîdeta  ku li ser jinê tê  meşandin li her derê tê kirin. Ne tenê li  cihekî.”   Rîham Hiço li dijî şîdeta li hemberî jinan banga têkoşîna hevpar li tevahiya jinên cîhanê kir.   Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.