Jinan li Amedê peyama 'Dem dema azadiya jinê ye' dan 2021-11-25 20:11:28     AMED - Ligel astengiya polîsan bi pêşengiya DAKAP'ê ve li Amedê bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" meşek hat lidarxistin. Jinan di meşê de diyar kirin ku dê têkoşîna hevpar a jinan bidome.    Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) bi dirûşma “Dem dema Azadiya Jinê ye" meşek hat lidarxistin. Meş ji Xaçerêya Cîhanê ya Peyasa Amedê heta Parka Rojava pêk hat. Pêkhateyên DAKAP'ê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun û Dêrsim Dag, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, cigîra Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran tevlî meşê bûn.    Di meşê de jinan dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Em li dijî xizaniyê derdikevin", “Hikûmet îstîfa", “Denîz Poyraz nemir e", “Girtiyên siyasî rûmeta me ye", “Ayşe Gokkan rûmeta me ye" û “Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Dowîzên wekî "Em dev jî jiyana bernadin", "Em naxwazin bimirin", "Ne edaleta mêr em edalet rasteqîn dixwazin", "Em ê kuştina Jinan rawestinin" û "Em jin li her derê ne" hildan. Her wiha jinan qûşxaneyên ku bi xwe re anîbûn bi kevçiyan lêxistin û fîqê dan. Welatiyên ku bi maşîneyên xwe derbas bûn jî bi korneyan piştgirî dan çalakiya jinan.    Polîsan pankarta "Dem dema azadiyê ye" hincet nîşan da û nehişt meş pêk bê. Her wiha polîsan hinceta ku çalakî piştî 16.00'an nayê kirin nîşan da. Jinan bi çepîk û tilîliyan bertek nîşanî astengiyan dan. Ligel astengiyan jinan bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan heta Parka Rojava Meşiyan.    'Em li vir in'   Piştî meşê hevseroka HDP'ê ya bajêr Gulîstan Atasoy axivî û diyar kir ku jin bi berxwedanê dê bi ser keve û got: "Em îro li dijî barîkatan derketin. Em ji bo azadî û wekheviyê li vir in. Ji bo bibin dengê Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Leyla Guven, Ayşe Gukkan û Gonul Erdenê li vir in. Em ê bibin yek û têkoşîna xwe mezin bikin. Em tu carî serî natewînin."    'Têkoşîna me ya hevpar dê bidome'    Piştî Gulîstanê daxuyaniya hevpar ji hêla Berdevka Demê ya DAKAP'ê Çagla Îzgî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de dîroka 25'ê Mijdarê û berxwedana Xwîşkên Mîrabel hat vegotin û daxuyanî wiha dom kir: "Li herêmê pergal jinên û ciwan kiriye hedef. Li hemberî wan polîtîkayên taybet ên bişaftinê didomîne. Li hemberî bedena jinê, nasnameya jinê, hebûna jinê û her cureyên şîdetê bikar tîne. Ev tişt ji hêla çeteyên bi uniformayê pêk tên. Siyasetmedar, sendikavan, aktîvîstên parastina mafan dikin tên binçavkirin an jî tên girtin. Li her deverên cîhanê jin ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin. Li Amerîkaya Latîn, Rojava û Efganîstanê jin bi têkoşînê hewl didin ku jiyaneke nû biafirînin. Em jin carek din dibêjin em ji bo kujer bên darizandin û faîl bên dîtin, ji bo Denîz Poyraz, Gulîstan Doku, Îpek Er, Ayşe Gokkan, Leyla Guven, Emîne Şenyaşar, Çîlem Dogan, Başak Cengîz û ji bo hemû jinan daxwaza edaletê biqêrin. Em ê bi piştevaniya jinan têkoşîna xwe mezin bikin. Em tu carî dev jî Peymana Stenbolê, têkoşîna edalet, wekhevî û azadiyê bernadin û em ê ji bo maf û jiyana xwe li ber xwe bidin."    'Em serî natewînin'   Piştî daxuyaniyê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û got: "Îro hûn dibînin jinên kurd çawa têkoşîna xwe didomîne. Ji dîrokê heta niha xwestin jinan bêdeng bikin lê bi ser neketin. Jinên berxwedêr ên dîrokê îro rêya me ronî kirin. Me mîrateya wan dewr girtiye. Ew jin çawa serî netewandin em jî serî natewînin.    Çalakiya jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.