Li Serhedê çalakiyên 25'ê Mijdarê 2021-11-25 18:52:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wan, Mûş, Agirî û Bedlîsê jinan, bi minasebeta 25'ê Mijdarê panel li dar xistin û bal kişandin ser rê û rêbazên têkoşînê ya li hemberî şîdetê.    Li Wan, Mûş, Agirî û Bedlîsê bi minasebeta 25'ê Mijdarê panel hatin lidarxistin û jinan di çalakiyê de balkişandin ser têkoşîna hevpar.    Wan   Li Wanê ji hêla Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) panelek hat lidarxistin. Gelek nûnerên saziyên sivîl, endamên KESK'ê û partiyên siyasî tevlî panelê bûn. Di panelê de parêzerên jin bal kişand ser qanûna 6285'an û mijarên ÎLO'yê.    Mûş    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê li avahiya HDP'ê panelek li dar xist. Nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî panelê bûn û bal kişandin ser qetilkirina jinan û rêbaza têkoşîna jinan.    Bedlîs   Li navçeya Tetwana Bêdlîsê jî TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Bedlîsê li avahiya HDP'ê panelek li dar xist û nûnerên sazî û rêxistinan tevlî panelê bûn. Her wiha di panelê de wêneyên jinên ku bi êrişê rê rûbirû mayî hatin pêşandan.    Agirî   Li Panosa Agiriyê jî bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Agiriyê ve bi minasebat 25'ê Mijdarê panel hat lidarxistirn. Parlamenterên HDP'ê û nûnerên saziyên sivîl tevlî panelê bûn. Panel li Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Panosê pêk hat. Di panelê de jinan li ser rol û mîsyona zayenda civakî rawestiyan û bal kişandin ser şîdeta li hemberî jinan.