Li gundê Denîz Poyraz bang kirin: Em li her derê ne 2021-11-25 16:31:00       MÊRDÎN - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê jinan berê xwe da gundê Denîz Poyraz û li vir daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî û got: "Em li dijî polîtîkayê şer li her derê ne."   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Tundiya li Ser Jinê de li Mêrdînê meşekê li dar xistin. Meş ber bi gundê Xirbê Mirîşka yê navçeya Mehsertê ya Mêrdînê ku Denîz Poyraz a li Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê hatibû kuştin lê ji dayik bûbû hat lidarxistin. Gelek jin tevlî meşê bûn.    Jin li têketina gund li hev civiyan û ber bi gund ve meş li dar xistin. Jinan, di meşê de wêneyên Denîz Poyraz, Gulistan Dokû, Îpek Er, Garîbe Gezer a girtî û dovîzên ku bi wan balê kişandin ser têkoşîna xwe hilgirtin. Her wiha jinan di meşê de pankarta "Li dijî şer, tundî û xizaniyê Dema Azadiyê" vekirin û dûrişmeyên mîna "Jin, Jiyan, Azadî" , "Denîz Poyraz nemir e" û "Şehîd namirin" berz kirin. Meş li nav gund bi dawî bû û Xizmên Denîz Poyraz jî tevlî meşa bûn.    Di dawiya meşê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axivî. Ayşe di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên şer ku jin û zarokan mexdûr dike û tundiya ku ji ber polîtîkayên desthilatê ji aliyê dewletê û zilaman ve li jinan tê kirin û got ku ew li dijî polîtîkayê şer li her derê ne. Ayşe, bi bîr xist ku îsal 25'ê Mijdarê diyarî Denîz Poyraz kirine û ev tişt gotin: "Em li vir soz didin Denîzê ku em ê azadiya jinê bînin. Wê ev tifaqa faşîst têk biçe. Em sozê ku em ê têkolîna hemû jinan bidin."   Bernameya li gund, bi nîşandana pêşandana endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê bi dawî bû.