'Li Amedê di salekê de li 965 jinan tundî hatiye kirin' 2021-11-25 16:30:29     AMED - Li gorî rapora Tora Têkoşîna Tundiyê ya Amedê di salekê de 11 jin hatine kuştin, li 965 jinan tundî hatiye kirin û li 6 jinan jî întîhar hatiye ferzkirin.   Tora Têkoşîna Tundiyê ya Amedê bi wesîleya 25’ê Mijdarê rapora salekê ya tundiya li ser jinan eşkere kir. Torê li avahiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Şaxa Amedê civîn li dar xist û gelek jin beşdar bûn. Ji Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Cansel Talay metna raporê xwend û ji Navenda Mafên Jinan Songul Argunaga jî daneyên raporê aşkere kirin.   Cansel diyar kir ku di salek dawî de li Amedê 11 jin di encama tundiya mêran de hatine kuştin û tundiya li ser penaber û LGBT+ zêde bûye.    Daneyên  tundiyê   Songul Argunaga jî daneyên raporê yên di navbera 26’ê cotmeha 2020’î û 15’ê cotmeha 2021’ê de ku berhev kirine parve kirin. Li gorî raporê di salekê de 11 jin hatine kuştin û li 965 jinan tundî hatiye kirin û li 6 jinan jî întîhar hatiye ferzkirin.