Li Wanê jin qêriyan: Rêya yekane têkoşîna jinê ye 2021-11-25 16:23:26     WAN - Bi munasebeta 25'ê Mijdarê li Parka Mûsa Anter bi sedan jin qêriyan û gotin:"Rêya yekane têkoşîna jinê ye."    Bi pêşengiya Platforma Jinê ya Wanê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê daxuyaniya çapemeniyê hat dayin û meş hat lidarxistin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek sazî tevlî daxuyaniya li Parka Musa Anter hat dayin, bûn. Cihê daxuyaniyê ji aliyê polîsan hat dorpêçkirin. Di daxuyaniyê de dowizên "Êdî bes e","Bijî piştevaniya jinê","Jin jiyan azadî" hatin hilgirtin.    Li ser navê jinan ji Platforma Jinê ya Wanê femînîsta azad, aktivîst Zeynep Tagtekin daxuyanî xwend.    'Em dîsa li qadan e'   Zeynepê da zanîn ku ew li her aliyê cîhanê li dijî newekhevî, xizanî, şer û tundiyê li qadan e û wiha got:"Jin li kuçeyan, cihê kar li malê her roj bi tundiya mêr rû bi rû dimînin. Îktidara siyasî dewsa destkeftiyên jinan biparêze, tundiyê asteng bike polîtîkayên dijminatiya jinê didomîne. Sedema tundiyê sîstema desthildatdar a mêr e. Polîtîkayên bêcezahiştinê tundiya li ser jinê zêde dike."   'Navendên jinan û stargehên jinan hatin girtin'   Zeynepê da zanîn ku bi tayinkirina qeyûman destkeftiyên jinan hedef tên girtin û wiha got:"Hevserokatî wekî hincet hat nîşandan û şaredariyên me bi destên qeyûman hatin xespkirin. Bi vî hawî navendên jinan û stargehên jinan hatin girtin û agahiyên di dosyayên jinan de hatin deşîfrekirin. Arşîv, belge, dosya û pirtûkên li saziyên jinan hatin îmhakirin."   'Bi polîtîkayên şerê taybet jiyana jinan tehdîd dikin'   Zeynepê bi lêv kir ku tundiya mêr bi polîtîkayên şer ên taybet bûye yek û êrişên li ser jin û zarokan her diçe zêde dibin û wiha pê de çû:"Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê bûyerên wekî din diqewimin. Îpek Er a ku Musa Orhan tecawizî wê kir xwe întihar kir. Li bajarê me du jinên xwendekar ji aliyê çawişê pispor Talip K. ve hat tecawizkirin û tundî li wan hat kirin. Li Colemêrgê çeteya fuhuşê ya ji aliyê leşker û cerdevanan ve fuhuş li ser jinan ferz dikir derket holê. Ev mînakana mînakên polîtîkayên şerê taybet û asîmîlasyonê yên AKP û MHP li herêmên me pêk tîne ne."   'Rêya yekane têkoşîna jinê ye'   Zeynepê da zanîn ku li dijî mêtingeriyê têkoşîna jinê bi salan e didome û wiha got:"Azadî û mafê jinê bi têkoşîneke mezin hatiye bidestxistin. Loma rêya yekane têkoşîna jinê ye. Tundiya li ser jinê ne muferit polîtîk e."    Piştî daxuyaniyê jin ber bi Kolana Maraşê ve meşiyan. Jinan bi dirûşmên "Jin natirsin hesab dipirsin","Cînayetên jinan polîtîk in" meşa xwe domandin û li pîspîskê xistin.    Jinan liğ Kolana Maraşê bi tilîlî û çepikan dawî li çalakiya xwe anîn.