Parêzerên Abdullah Ocalan serî li rêxistinên sivîl da 2021-11-25 16:18:08     STENBOL - Parêzeran, ji bo rewşa muwekîlên xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku 8 meh in agahî ji wan nagirin serî li rêxistinên sivîl dan.    Parêzerên Buroya Asrinê, ji bo rewşa muwekîlên xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şertên tecrîdê de girtîne û 8 meh in agahî ji wan nagirin serî li rêxistinên sivîl dan.   Rêxistinên ku parêzeran serî li wan daye navê wan wiha ne: "Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Şopandina Ji Bo Mafên Wekhev (ESHÎD), Navenda Bîrê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî.”    Buroya Hiqûqê ya Asrinê di demên dawîn de ji bo ‘hevdîtina lezgîn’ serî li gelek saziyên rayedar ên dewletê dabû. Buroya Hiqûqê vê carê jî serî li rêxistinên sivîl ên civakî da.