Li Helebceyê li dijî şîdetê çalakiyên cuda 2021-11-25 16:09:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helebce jinan semînerek li dar xist û bal kişand ser rewşa jinan. Her wiha rêxistinên jinan jî daxuyaniyek hevpar dan û banga parastina mafê jinan kirin.    Li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiyên 25'ê Mijdarê didomin. Li Helebceyê derbarê rewşa jinan de semînerek hat lidarxistin. Her wiha bi pêşengiya Rêxistina Xelk bi tevlîbûna rêxistinên jinan ve çalakiyek hat lidarxistin.    Li hola dibistana Şehîdên Kîmyabaranê ya Helebce bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna dijî Şîdeta li ser Jinê, semînerek hat lidarxistin. Di semînerê de Rêvebera Beşa Jinan ya li Rêxistina Nû Hêro Wekîl axivî û got: “Me di salekê de li Helebceyê bi 578 jinan re axivî, di encama lêkolînan de derket holê ku sinetkirina jinan li Helebceyê hîn berdewam dike. Herwiha rêjeya cûdabûna jin û zilaman jî zêde bûye, yek ji tundûtujiya ser jinan destdirêjiya zayendî ye. Divê bi yasayê parastin li mafê jinan were kirin. Saziyên ragihandinê pêngavên hişyarkirinê zêde bikin û pêwîste rêxistinên civaka sivîl jî pêngavên cûda bidin destpêkirin.”   Li gorî daneyên Rêxistina Nû, li Helebceyê tundûtujiya ser jinan zêde bûye, di encama lêkolînan de derket holê ku 293 jin bi veşartî hatine sinetkirin. 38 bûyerên tûndûtujî yên cûda jî hatine kirin, 42 hevberdan çêbuye, 2 destdirêjiya zayendî jî çêbûne.   Her wiha li ber derê Ofîsa Mafê Mirovan ya li Helebceyê, Rêxistina Xelk bi hevkariya Rêxistinên jinan ên li Helebceyê çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê banga parastina mafê jinan hate kirin.