Jin li qadan peyama 'Têkoşîna hevpar' dan 2021-11-25 15:38:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran jinan daketin qadan û 25'ê Mijdarê pêşwazî kirin û banga têkoşîna hevpar kirin.    Bi minasebeta 25'ê Mijdarê li gelek bajaran jin daketin qadan û banga têkoşîna hevpar a jinan kirin.    Riha    Bi pêşengiya Platforma Jinan a Rihayê, li taxa Halîliye ya Qada Topçu daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê jinan Zeynep Dîlek Polat axivî û got: “Em careke din li vir tiştên ku bi salan e em diqêrin îro jî diqerîn. Kuştin û şîdeta li hemberî jinê polîtik e. Jin dê bi piştewanî û têkoşînê bi ser bikeve.    Parlamentera HDP'ê ya Riha Ayşe Surucu jî di çalakiyê de bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û got: "Em li dijî polîtîkayên îqtîdarê derdikevin û û dibêjin Peymana Stenbolê dide jiyîn.    Her wiha Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê jî bi minasebeta 25'ê Mijdarê li Baroya Rihayê daxuyanî da û banga bi dawî kirina şîdet û kuştina jinan kir.    Semsûr   Ji hêla Platforma Jinan  Semsûrê li Parka Demokrasiyê daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê jinan Eylem Yildirim axivî û da zanîn ku dê dev jî têkoşîna azadî û wekheviyê bernadin.    Edene    Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê li avahiyên komeleyê daxuyanî da. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Berdevka Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Zelal Demîray ku daxuyaniya çapemeniyê xwend, bal kişand ser daneyên rapora Wezareta Karên Hundir a der barê şîdeta li ser jinê de û wiha got: "Em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û têkoşîna xwe bidomînin."    Zelalê têkildarî şîdeta li ser jinan a 11 mehên destpêkê parve kir û got: “8 jin hatin qetilkirin. Di encama şîdeta mêran de hezar û 438 jin birîndar bûne. Li 2 hezar û 750 jinan heqaret hat kirin. 38 jin rastî êrîşa zayendî hatin û 5 jin jî bi tecawizê re rûbirû man.    Hatay   Platforma Jinan a Îskenderûnê li Bazara Bitê daxuyaniyek da û pankarta "Em naxwazin bimirin û em hêzkirina ku mirovan dikuje naxwazin" vekirin. Berdevka Demê ya Platforma Jinan a Îskenderûnê Fîlîz Yesildag di daxuyaniyê de wiha got: “Li Tirkiyeyê di 10 mehên ewil ên sala 2021’an de 326 jin hatin qetilkirin, di meha cotmehê de 22 jin hatin qetilkirin, 53 jin der barê şîdetê de gilî kirin, 9 jin rastî şîdeta zayendî hatin. Îktîdara siyasî divê li dijî kuştina jinan tedbîran bigire. Em jin careke din diyar dikin ku bi rihê têkoşînê em tu carî li hemberî desthilatdariya mêr serî natewînin."    Stenbol    Şûbeya Aksarayê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê daxuyanî da. Jinan pankarta bi nivîsa, ''Em dev ji ma û jiyan, têkoşîna wekhevî û azadiyê naqerin'' vekirin û gotin,''Jin bi hev re xurt in'', ''Bijî têkoşîna me ya jinan.''   Enqere    Komîsyona Jinan a Komeyala  Mafê Mirovan (ÎHD) jî ji bo rojê daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em betalkirina Peymana Stenbolê qebûl nakin, em serê xwe li ber wan natewînin ku dest li ser destkeftiyên me datînin.''