Li Şehbayê ji bo 25'ê Mijdarê jin herikîn qadan 2021-11-25 15:23:43     ŞEHBA - Bi dirûşma "Têbikoşe tundî û dagirkeriyê têk bibe" Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê meşek li dar xist.    Bi dirûşma "Têbikoşe tundî û dagirkeriyê têk bibe" Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê meşek li Navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê li dar xist. Di meşê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û bi hezaran welatiyên herêma Efrînê herikîn qadan. Di meşê de alên Rêxistina Kongreya Star, wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên Hevrîn Xelef, her wiha pankertên bi dirûşmên " Li hember tundî û dagirkeriyê, israra şoreşa jinê" û "Şoreşa jinê biparêze" hatin hildan. Meşê ji destpêka navçeya Fafînê dest pê kir û heta qada navçeyê bi berzkirina dirûşman dom kir.    'Xwesteka desthildatdaran bi cih nebû'   Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şehbayê Şîraz Hemo di meşê de axivî û wiha anî ziman:"Di roja 25'ê Mijdarê de em dibêjin roja hemû jinên têkoşer pîroz be, ez hemû jinên têkoşer silav dikim û dibêjim em bi lêgerînvanên heqîqetê zihniyeta desthilatdar a ku bi pergala zilam hatiye rûniştin têk bibin. Mêrê desthilatdar  di şexsê her sê Xwişkên Mîrabel de xwest vîna jinê bişkînin. Lê xwesteka desthiladaran bi cih nebû û ev roj bû roja mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê. Tundiya li ser jinê, tundiya li ser civakê ye. Di civaka ku mafê jinê û azadiya wê nîn be, ew civak bê wate ye. Ji ber vêya di civaka ku mafê jin û azadiya wê hebe ew civak bi wate û serkeftî ye mohra xwe li dîroka azadiyê dide. Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengtiya jinê hatiye rêvebirin mohra xwe li dîrokê daye. Hêzên dijberiya azadiya jinê deverên ku jin tê de serkeftî ne, hedef digirin. Li deverên Dêrazorê jî jinê hedef digirin ji ber jinên kurd û ereb li vir dibin yek. Ji ber ku jinan gotin 'Em bi hev re yekîtiya jinan ava bike'. Di bin sîwana Îslamê de jinê hedef digirin. Li deverên ku di bin serweriya dewleta tirk a dagirker de jin ji xwe re kirine armanc."