Rêxistinên jinan ên Silêmanî çalakiyek hevbeş li dar xistin 2021-11-25 15:10:11     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê rêxistinên jinan çalakiyek hevbeş ji bo 25’ê Mijdarê li dar xistin.    Çalakiyên 25'ê Mijdarê li Herema Federal a Kurdistanê jî didomin îro li Silêmaniyê rêxistinên jinan çalakiyeke hevbeş li dar xistin. Jinan li parka Hewarî Şar a Silêmaniyê kom bûn û bi axaftinên xwe bal kişandin ser dîroka 25'ê Mijdarê.    Çalakî ji aliyê Rêxistina Harîkarî Yasayî ve hatibû organîzekirin. Di çalakiyê de 30 rêxistin, rêveberiya têkoşîna li dijî şideta li ser jinê û hejmarek çalakvan amadebûn.   Di çalakiyê de pêşangehek wêneyan ku ji aliyê jinên di stargehan de ne hatibûn çêkirin, hat nîşandan. Di tabloyan de îşaret bi pirsgirêk û astengiyên li pêşiya jinan hene hatbû kirin.