Rapora Lêkolînê ya Qadê: Di 83 rojan de 74 jin hatin kuştin 2021-11-25 13:51:00       NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Qada têkildarî tundî û kuştina jinan, tenê di 83 rojan de herî kêm 74 jin hatine kuştin. 42 jin bi guman mirin, tecawiz û destdirêjî li 28 zarokan hatiye kirin.    Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk, tundî û kuştinên jinan di navbera 1’ê Îlona 22’ê Mijdara 2021’ê de pêk hatiye kiriye rapor. Di rapora 3 mehan a ku li gorî daneyên ajansên nûçeyan hatine amadekirin de, hat diyarkirin ku herî kêm 74 jin û endamek LGBTÎ+ hatine kuştin, 42 jin jî bi guman mirine. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku şîdet li 113 jinî hatiye kirin, tecawiz û destdirêjî li 28 zarokan hatiye kirin.    Dîsa jin jin aliyê kesên nêzî wan ve hatin kuştin   Di raporê de hat diyarkirin ku ji sedî 39,2 jin ji aliyê hevjînên xwe, ji sedî 14,9 ji aliyê hevalên xwe ve, ji sedî 6,8 ji aliyê bavê xwe, ji sedî 6,8 ji aliyê hevserên xwe yên berê, ji sedî 6,8 jî ji aliyê kurên xwe ve hatine kuştin. Wek Stenbol, Dîlok, Antalya, Aydin, Enqere, Tekîrdag, Konya, Kocaelî, Îzmîr û Hatay rapor hatine rêzkirin. Li gorî raporê, herî zêde mirina jinan a bi guman li Stenbol, Samsûn û Enqereyê pêk hatiye.    Cureyên tundiyê    Di raporê de cureyên şîdeta li ser jinê bi rêjeyeke wiha hatine rêzkirin: “Ji sedî 39,5’ê mexdûran şîdet-birîndar in, ji sedî 25,9 kuştin, ji sedî 14,7 mirina bi guman, ji sedî 9,8 îstismara zarokan, ji sedî 5,9 rastî tacîzê hatine. Ji sedî 3,1 êrîşa zayendî, ji sedî 0,3 ji îstîsmara zayendî, ji sedî 0,3 ji kuştina trans û ji sedî 0,3 jî ji bo xweparastinê."   Li gorî raporê, 27 jin û di meha îlonê de 27, di cotmehê de jî 27 jin hatine kuştin. Di 22 rojên mijdarê de jî herî kêm 20 jin di encama şîdeta mêran de hatine kuştin