Birîndar girtin û sîxurî lê ferz kirin 2021-11-25 12:49:53     ÊLIH - Sîxurtî û lêgerîna tazî li Gulgeş Tatli ya ku birîndar hatibû girtin tê ferzkirin. Dayika wê Fatma Tatli diyar kir ku ji roja ku hatiye girtin gelek tişt anîne serê wê û got: "Di dema pevçûnê de ji milê xwe yê çepê, çeng û çavê xwe birîndar bû, 3 caran ligel birînên giran ew xwe sewqî girtîgehên cuda kirin û heke keça min neyê dermankirin dibe rewşa wê xerabtir bibe."   Endama YJA-STAR'ê Gulgeş Tatli ya ku di pevçûna 26'ê tîrmehê ya li herêma Meydandere ya Colemêrgê de birîndar bibû, 10 rojan di binçav de ma. Birîndarî ew Girtîgeha Colemêrgê. Gulgeş a ku di dema pevçûnê de ji milê xwe yê çepê, çeng û çavê xwe birîndar bû, 3 caran ligel birînên giran ew xwe sewqî girtîgehên cuda kirin. Dema ku hatiye sewqkirin bi êriş û gefên gardiyan, leşker û endamên îstîxbaratê re rûbirû maye. Her wiha sîxurtî lê hatiye ferzkirin. Hate hînbûn ku Gulgeş di hucreya yek kesî de tê ragirtin û rojê 3 caran hijmara li ser piyan lê tê ferzkirin.    Li ser pirsgirêkên ku keça wê li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê dimîne dayika Tatli Fatma Tatlı axivî û diyar kir ku wan vê hefteyê ji bo keça xwe ya ku telefonê wan nekiriye telefonî rêveberiya girtîgehê kirine û wiha got: "Rêveberiya girtîgehê got, 'Keça we naxwaze derkeve telefonê'. Ji ber ku me agahî jê negirt parêzer roja 22'yê mijdarê çûn serdana wê. Ji ber ku endamên îstîxbaratê timik diçin cem, keça min bi parêzeran bawer nebûye û bi wan re neaxiviye. Derneketina telefonê de jî derewek e. Li gorî ragihandina parêzeran rewşa wê ne baş e Ditirse ku derman diavêjin xwarina wê. Dixwaze timik razê. Ev çi hovîtiyek e. Bila tiştên tînin serê keça min bi dawî bibin. Di 23'yê mijdarê ez jî çûm girtîgehê û xwest bi keça xwe re hevdîtina girtî bikim lê rêveberiya girtîgehê bersiva 'keça te naxwaze te bibîne' da min. 3 hefte ne bi keça xwe re neaxivî me."   Fatma, destnîşan kir ku rexmî hemû serlêdanên wê jî tedawiya keça we nayê kirin û têkildarî rewşa keça xwe ev agahî dan: "Dema ku hat girtin di mil û qorika wê de birîn hebûn. Di hucreyê de rexmî vê rewşa xwe jî hemû pêwistiyên xwe ew dibirsivîne û xwe tedawî dike. Ji Girtîgeha Colemêrgê şandin Girtîgeha Wanê. Rexmî ku ji qorika xwe birîndar bû jî bi saetan di wesayîta rîngê de destê wê kelemçekirî hatibû sekinandin û li ser birîna xwe hatibû rûniştandin. Heke neyê dermankirin dibe ku xerabtir bibe. Ew birînên li qorika wê didomin."    Di berdewamê de Fatma, da zanîn ku piştî girtîgehên Colemêrg û Wanê keça wê anîne Girtîgeha Tîpa M a Êlihê ku bi qasî kîlometreyekî dûrê mala wê ye û wiha qala neheqiyên ku li keça wê hatine kirin kir: "Li Girtîgeha Êlihê lêgerîna tazî li keça min ferz dikin. Gardiyanên mêr timik bi ser hucreya keça min ku bi tena serê xwe lê ye de digirin. Tevî ku bi tena serê xwe ye jî jimartina li ser piyan lê tê ferzkirin. Dest didin amûrên wê yên taybvet. Pirtûkên wê birine û heta saeta wî jî dest danîne ser hemû tiştên wê. Dema ku wê birine bijîjk bêyî ku tedawî bikin wê anîne girtîgehê. Dema ku wê anîne girtîgehê hemû tiştên wê hatine dizîn. Bêyî ku biryarek hebe birina amûrên wê dizî ye. Ev dizî ye. Em dixwazin eşyayên wê lê vegerînin."   Fatma, diyar kir ku li Girtîgeha Êlihê gardiyan û endamên îstixbaratê gef li keça wê dixwin û wiha pêde çû: "Keça min ji me re vegot ku kesên ku ew wan nas nake lê xwe weke endamên îstixbaratê yên ji Colemêrgê hatine dane nasîn sîxurtiyê le ferz dikin û gef lê dixwin. Ev kes timik serdana keça min dikin. Ne pêkane ku agahiya rêveberiya girtîgehê ji vê tune be. Ev rewşeke li dijî hiqûqê ye. Rexmî ku qedexe ye jî endamên îstixbaratê diçin keça min dikin lêpirsînê û hewl didin jê agahî werbigirin.   Di dawiya axaftina xwe de Fatmai, bi lêv kir ku tevî hemû êrîşan jî keça wê paşde gav neavêtiye û ev tişt gotin: "Ji roja ku hatiye girtin ve tu tişt nemaye ku anîne serê wê. Lê tu carî paşvd gav neavêtiye. Endamên îstîxbaratê yên sîxuriyê li ser ferz dikin, bi xwişka wê ya 14 salî gef lê xwarin. Jê re gotine, 'Em ê bi xwişka te re mijûl bibin. Kurekî min ê delal heye'. Keça min ji me re got, 'Xwişka min bi tena serê wê neşînin dibistanê. Ew dikarin her tiştî bikin'." (MA)