Li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiyên xwendekaran didome 2021-11-25 11:47:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajaroka Kifrî û navçeya Ranyayê xwendekarên zanîngeh û peymangehê cardin li dijî nedana xerciyê û nebûna xizmetguzariyan dest bi xwepêşandanê kirin.   Li Herêma Federal a Kurdistanê, xwepêşandana xwendekarên zanîngeh û peymangehan a li dijî nedana xerciya mehane ya xwendekaran û nebûna xizmetguzariyan di roja pêncem de didome.   Xwendekarên Zanîngeha Raperîn li navçeya Ranyayê dest bi xwepêşandanê kirin. Xwendekar diyar dikin heta daxwazên wan bi cih neyên wê xwepêşandanên wan berdewam bikin.   Li bajaroka Kifrî ya Germiyanê jî xwendekarên zanîngeh-peymangehê û xwendekarên ku zanîngehê qedandine bi daxwaza dayîna xercî, xizmetguzarî û tayînkirinê dest bi xwepêşandanê kirin.   Xwendekaran rêya sereke ya Kelar-Kifrî li trafîkê girtine.   Pênc roj in li Silêmanî, Helebce, Koye, Seyîdsadiq, Hewlêr û Kelarê xwendekarên zanîngeh û peymangehan li dijî nedana xerciya mehane ya xwendekaran û nebûna xizmetguzariyên nava yurdan (malên xwendekaran) li qadanin û daxwaza mafên xwe dikin.