Jinên siyasetmedar: Li dijî tundiyê têkoşîna me berdewam e 2021-11-25 09:06:43   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Jinên siyasetmedar, têkildarî 25’ê Mijdarê de nirxandin kirin û gotin ku ew ê li dijî êrîş û zilma li ser jinê tê meşandin di 25’ê Mijdara li qadan bin û dengê xwe bilindtir bikin.    Patria, Minerva û María Teresa ku wekî 3 xuşkên Mîrabal tên binavkirin; li komara Domînkê li dijî Rahafael Turujîllo yê ku ji sala  1930'î heta 1961'e li Komara Domînîkê dîktatoriya xwe berdewam kir têkoşîn dan û ev têkoşîna wan a bêhempa li tevahiya welêt belav bû. Lê ji ber vê têkoşîna ku dan di 25'ê Midara sla 1960'î de ji aliyê polîsên dîktatoriya Turujîllo ve wesayita wan hat rewestandin 3 xuşkên Mîrabal û ajovanê wan bi îşkenceyê hatin qetilkirin.  Ji ber vê yekê roja qetilkirina wan sê jinan  25'ê Mijdarê wekî Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Jinê ya Cihanê hat îlankirin û ji wê rojê û şûnde li çar aliyê cîhanê tundiya li jinê tê kirin bi çalakiyên girseyî tê şermezarkirin. Wekî li her devera cîhanê li Kurdistanê jîbi hezeran jin berî bi rojan amadekariya vê rojê dikin û di 25'ê Mijdarê de tundiya li jinê şermezar dikin.     Jinên siyasetmedar, têkidarî tundiya li jinê tê kirin û çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê de axivîn û gotin ew ê dengê xwe bilindtir bikin.   ‘Ji hêla fikr û ramanê de jî êrîşî jin dikin’   Hevşaredara Cizîrê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, anî ziman ku êrîş û tundiya li  jinê her ku diçe zêde dibe û wiha got: “Jinan bi berxwedan û têkoşîna xwe gelek destkeftî bi dest xistin. Lê êrîşî destkeftiyên wan hat kirin û jin li dijî vê yekê jî têkoşîna xwe didomînin. Her wiha êrîşên li ser jinên polîtîk in. Mînaka wê jî êrîşa li Peymana Stenbolê ye ku jinan bi berxwedana xwe ev peyman bi dest xistibû. Welatê ku di serî de ev peyman îmze kiribû Tirkiye ye û yê ku pêşî xwe jê vekşand jî dîsa Tirkiye ye. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye di rastiya xwe de tu carî mafê jinê nas nekiriye. Ji ber vê ye ku Tirkiye li dijî têkoşîna jinê şerek xurt daye meşandin. Erdogan rastiya xwe da nîşandan. Her wiha Peymana Stenbolê tu carî li welatê me neket meriyetê û tundiya li jinê berdewam kir. Herwiha ji hêla fikr û ramandê de jî dixwazin jinê qir bikin. Qirkirinek pir alî ser jinê tê meşandin.”   ‘Peyama îsal dê xurt be’   Bêrîvan, diyar kir ku kûjerên jinan nayên cezakirinî tên berdan û wiha domand: “Ji ber polîtîqayên bêcezabûnê her roj jin tên qetilkirin û êrîşî wan tê kirin. Kûştina jinê meşrû tê dîtin. Jinên ku di rêvebiriya AKP’ê de cih digirin bi mêjiyê AKP'ê tevdigerin. Lê li dijî van hemûyan jî berxwedanek bê hempa ya jinê heye. Jin li dijî betalkirina peymana Stenbolê li kolanan bûn û dengê xwe bilind kirin. Êrîşên wek tacîz, tecawiz, tundî û kuştina jinan her ku diçe zêde dibe. Ev êrîş bi destên çeteiyên AKP'ê û bi zanebûn tên kirin. Em siyasetmeddarên jin ên kurd em ê vê 25'ê mijdarê jî û piştî wê jî li qadan bin û heta ew gavê paşve biavêjin dê berxwedana me berdewam bike. Ji bo jinê edalet cihê xwe nabîne. Ger ku em li berxwe nedin dê ev êrîş zêdetir bibin. Di vê 25’ê Mijdarê de peyama îsal dê xurt be. Îqtîdara AKP’ê ji bê çaretiya xwe tawîzê nade. Ji ber ku di dadgehan de li şûna ku jin tên darizandin dê mêr bên darizandin. Darizandina van mêran jî  Ev jî bi têkoşîna jinên kurd û jinên ku mafên xwe nas dikin dê pêk bê.”   ‘Îktîdar kuştina jinê meşrû dibîne’   Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zilan Ecevît jî destnîşan kir ku dê îro jî bi minasebeta  25’ê Mijdarê li qadan bin, dengê xwe bilind bikin û wiha pêlda axaftina xwe: “Em îro bi minasebeta 25’ê Mijdarê li qadan e. Lê ne tenê di 25 mijdarê de herdem jin ji bo mafên xwe li qadan e. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê tacîz, tecawiz, tundî û qirkirina jinan zêdetir bû. Li Tirkiyê her roj jin bi destên mêran tên qetilkirin. Jinên tên qetilkirin ji bo wan edalet pêk nayê. Kiryarên ku jinan qetil dikin bê ceza tên hîştin û serbest tên berdan. Ev tişt jî kuştina jinan zêde dike. Îqtîdar kuştina jinê meşrû dibîne. Mafê jinan nayê parastin. Ji ber vê yekê êrîşên li dijî jinan zêde dibin. Em ê îro di 25'ê Mijdarê de li dijî tundiyê li qadan bi. Em ê li hemberê îqtîdara AKP-MHP’ê û mêrên serdest  mafên xwe biparêzin û li qadan dengê xwe bilind bikin. Ji bo 25’ê Mijdarê plansaziyên me hene û em ê bi jinan re bên li cem hevdû. Em bang li jinan dikin û bên, em dengê xwe bi hev re bilidtir bikin û li hemberî êrîşan bibin asteng.”     ‘Li Tirkiyê edalet ji bo jin û zarokan tuneye’   Endama Meclîsa Şaredariyê ya Silopiyê Garîbe Bîlîr jî diyar kir ku êrîş û tundiya li jinê tu car bi dawî nebûye û ev tişt got: “Li dijî tundiya li jinan tê kirin û qirkirina wan em bêdeng em bêdeng namînin û li qadane. Em ê li dijî van êrîşa têkoşîna xwe mezin bikin Piştî betalkirina Peymana Stenbolê êrîşên li ser jinê gelek zêde bûn. Her wiha sedemek din a zêdebûna  vê tundiyê jî bêcehiştina kiryaran e. Îqtîdar ji bo ku pêşî li tundiya li jinê tê kirin bigire tu tiştî nake. Ger ku kiryar bihata cezakirin dê îro van êrîşên li jin û zarokan berdewam nekira. Li Tirkiyê edalet tune ye. Dixwazin qadên jiyanê li jinan teng bikin. Em jin her roj li berxwe didin û em ê li ber xwe jî bidin. Ne bi tenê di 25’ê Mijdarê de li her derê û her tim têkoşîna jinê dê bidome. Em jinên Botanê em ê li dijî zilm û zoriyê li qadan bin.”