ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-25 09:00:00   *Jin, hem ji hêla mêran ve û hem jî ji hela dewletê ve bi tundiyê re rûbirû dimînin. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştine jin hêviya xwe ji jiyanê qût dikin. Yek ji wan jî L. Ç. ye. L. di 11 saliya xwe de xeyalên xwe winda dike û jiyana wê her tim bi tundiyê re derbas dibe. L. ligel her tiştî li ber xwe dide û li dijî paşverûtiyê têkoşîneke mezin daye.    *Endama Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê Songul Guler diyar kir ku bi taybet di pergala netew-dewletê de çeka yekem ya dewletê tunditiye û got: "Li beramberî tundiya tê meşandin xweparastin jî xalekî sereke û jiyanî ye. Bi tecrûbeyan hat îspat kirin ku xilasbûn jî bi hêzbûn û rêxistinbûna jinan re derbaz dibe." BI DÎMEN   *Jinên siyasetmedar, têkildarî 25’ê Mijdarê de nirxandin kirin û gotin ku ew ê li dijî êrîş û zilma li ser jinê tê meşandin di 25’ê Mijdara li qadan bin û dengê xwe bilindtir bikin. DÎMEN HEYE   * Seher Gundogan ku tevlî Komcivîna Navendên Piştevanî û Stargehên Jinan bû da zanîn ku serlêdanên şîdetê zêde bûne, stargeh û mêvanxane kêm in û wiha got: “Şîdeta ku jinên kurd pê re tên rû hev ji herêmîbûnê derketiye yan jî qet ne herêmî ye. Li hember jinan binpêkirinên mafan ên cidî hene. Stargeh hem kapasîteya wan qels e hem jî hejmara wan kêm e.” DÎMEN HEYE   *Kubra Ekîn a ku berê jî ji ber tundiya lê hat kirin gilî kiribû, 11 roj in agahî jê nayê girtin. Dayika Kubra, Rahîme Ozdemîr destnîşan kir ku ji ber rewşa keça xwe gelek bi fikar e û ditirse ku tiştek hatibe serê wê. Rahîme, bang kir ku bila keça wê bê dîtin. BI DÎMEN   *Gotina Xwişkên Mîrabel a ku 'tiştê herî nêz mirin be jî em ê ji bo tiştê mafdar şerê xwe bidomînin' girîngî û taybetmendiya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê eşkere dike. Çavkaniya têkoşîn û baweriyê nîşan dide. Girîngiya mafên jinan ên hatine bidestxistin û niha ji aliyê îktidara heyî ve tê xespkirin radixîne pêş çavan. JI PÊNÛSA JINÊ   *Parêzer Doga Karaman, da zanîn ku di Komîsyona Lêkolîna Şîdeta li Ser Jinan a Meclîsê de, pêşniyarên çareseriyê yên der barê guman de hene û agahiya dozger û dadgeran ji AGO'yê tune ye, buroyên şîdeta di nav malê de jî tenê li ser navçeyan dixebitin.DÎMEN HEYE   *Remziye Tosun a HDP'yî ku di rojên borî de leşker û polîsan lêda got, "Dixwazin hemû çalakiyên me krîmînalîze bikin. Îqtîdara AKP-MHP'ê her ku tengav dibe êrîşî gelan dike." DÎMEN HEYE   * TJA û Meclîsa Jinên HDP'ê ya Şirnexê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Ser Jinê ya Cihanê li Silopiyê dê meş bê lidarxistin. (12.00)