Komîsyona Jinan a ÎHD'ê: Li herêmê di nav 10 mehan de 30 jin hatin qetilkirin 2021-11-24 14:32:52   AMED - Komîsyona Jinan a ÎHD'ê ya Amedê bi minasebeta 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û diyar kir ku li bajarên herêmê di nav 10 mehan de 30 jin hatin qetilkirin.    Bi minasebeta 25'ê Mijdarê, Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora 10 mehan a 2021'ê aşkera kir û bal kişand ser bîlançoya şîdeta li hemberê jinê. Derbarê raporê de daxuyaniyek hat dayîn û daxuyanî li avahiya komeleyê pêk hat. Endama Komîsyona Jinan û Lîjneya Rêveberiya ÎHD'ê ya Amedê parêzer Derya Yildirim daxuyanî xwend, her wiha bîlanço jî ji hêla cigira Serokatiya HDP'ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr ve hat xwendin.    Derya, destnîşan kir ku ji dîrokê heta îro li hemberî jinan dijminatiyek heye û got: "Mixabin li ser her erdnegariyê şîdeta li hemberî jinê heye. Her wiha li Rojhilata Navîn jin û zarok di navbera şer de dimînin û herî zede jî jin û zarok mexdûr dibin. Her wiha gelek kes ji ber sedema şer neçar dimînin ku koçber û penaber bibin. Li welatên cuda bi cudakariyên herî dijwar re rûbirû dimînin. Ne tenê li welatên din li Tirkiyeyê jî heman polîtîkayen cudakariyê tê meşandin. Bi taybetî li Colemêrg, Şirnex û Dêsimê hejmara leşker û polîsan zêde ne. Li vir û herêmê polîtîkayên taybet tê meşandin. Gelek caran encamên polîtîkayên derdikevin holê, lê belê herkes bêdeng dimîne, lêpirsîn nayên destpêkirin û mafê jinan tê îhlalkirin."    Derya di axaftina xwe de wiha bal kişand ser Peymana Stenbolê: "Peymana Stenbolê destkeftiyeke jinan bû û bi giştînameyeke serokkomar ve hat betalkirin. Piştî feshkirina pepmanê li herêmê şîdeta di nava malê de bêtir zêde bû. Ev tişt nîşaneya hedef girtina jinê ye. Bêcezahiştin hêzek mezin da mêran."   Ezgî jî di daxuyaniyê de wiha bal kişand ser daneyan: "Di nav 10 mehan de li herêmê 19 jinan dawî li jiyana xwe anîn. 7 jin jî hewl da ku dawî li jiyana xwe bîne. Li herêmê bi giştî 30 jin hatin qetilkirin. Mirina 37 jinan jî bi guman e. Em jin dê di nav ÎHD’ê de têkoşîna xwe bidomînin. Em dibêjin Peymana Stenbolê ya me ye û em dev ji peymanê bernadin."