Ji bo jinên ereb cara yekem li ser 25'ê Mijdarê semîner hat dayin 2021-11-24 11:47:52   NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ bi munasebeta 25'ê Mijdarê ji bo jinên ereb cara yekem li ser 25'ê Mijdarê semîner da.    Ji aliyê Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve têkildarî 25’ê Mijdarê semînerek ji bo jinên ereb hat dayîn. Di semînerê de jinan bal kişandin ser tundiya li ser jinê. Jinan di semînerê de gotin:"Jin dikarin xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo rêxistin bikin û xwe ji şidetê rizgar bikin."   Bi amadebûna beşek ji jinên gundên sinorî yên Şengalê ku pêkhateyên ereb tê de dijîn, ji aliyê Tevgere Azadiya Jinên Êzidî ve  ji bo cara yekemîn semînerek li ser 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li dijî Şideta li ser Jinê hate organîzekirin.   Semînerê li ber avahiya Meclisa gel a Gundên Sînorî, bi deqeyek rêzgirtina ji bo ruhê cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen axivî. Rîhamê di serî de bal kişand ser têkoşîna jinê ya di dîrokê de ku jin li hemberî şîdetê dimeşînin û got :"Ne ji niha de bi sedan salan e li hemberî jinê şidet tê kirin. Her dem xwestine ku jin di bin desthilatiya mêr de be û ji mafê wê hatiye dûrxistin. Li hemberî vê gelek caran jinan hewil daye ku xwe ji vê şîdetê xilas bikin û tekoşîn kirine, lê her dem şîdeta zêdetir li wan hatiye kirin. Zêdebûna şidetê jî bi avabûna sîstema dewletbûnê pêş ketiye, çawa dewlet xwe dike desthildar bi heman awayî di malbatê de jî mêr xwe li ser serê jinê kiriye desthilatdar. Ji bo ku ev yek bi dawî were jinên cîhanê dikarin xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo rêxistin bikin û ji şîdetê rizgar bikin."   Di nava civaka ereb de jî jin tune hatiye hesibandin.    Di dewamiya semînerê de jinan jî nêrînên xwe anîn ser ziman û gotin:"Di nava civaka ereb de jî ji her derê zêdetir mafê jinê tê xwarin, taybetî di temenê biçûk de zewicandin gelek zêde ye, ev bi xwe jî ji bo jinan xetere ye. Jinên beşdarî semînerê bûne çareseriya pisgirêkên jin pê rûbirû dimînin di fikir û ramanên Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dibînin loma dibêjin  piştî belavbûna fikrê Abdullah Ocalan a di nava beşek ji ereban de gelek guhertin çêbûne û li gorî berê ew hest bi azadiyê dikin."   Bi dirûşmên "Bijî Serok Apo " semîner bi dawî bû.