Stenbol ji bo 25'ê Mijdarê amade ye 2021-11-24 10:20:44   STENBOL - Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê ji bo meşa 25'ê Mijdarê ya dê sibehê li Taksim Tunelê bê lidarxistin, amade ye. Endama platformê Ruya Kurtuluş ji bo bêje "raperîna me neqediyaye" jin vexwend qadan.    Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê wekî her salê dê îsal jî li Taksim Tunelê bi jina were gel hevdu. Platforma meheke berê dest bi xebatê kir bi dirûşma "Li dijî şîdeta mêr dewletê raperîna me bi dawî nebûye, didome. Ji bo jiyana xwe em li berxwe bidin" wê meşa xwe li dar bixe. Platformê ji bo beşdariyê ji ser hesabên medyaya dîjîtal jî bang li jinan kir.    Endama Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê Ruya Kurtuluş li ser girîngiya 25'ê Mijdarê û têkoşîna jinê axivî.   'Em ê îsal jî bi heman bangê li Taksimê kom bibin'   Ruyayê da zanîn ku ev nêzî mehekê ye ji bo 25'ê Mijdarê dixebitin û wiha got:"Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê her sal li dijî tundiya mêr li Taksim Tunelê bi jinan tê gel hevdu. Em ê îsal jî bi heman bangê li Taksimê kom bibin. Erdogan bi serê xwe biryar da û ji Peymana Stenbolê vekişiya. Em jî di bin van şerdan de amadekariya 25'ê Mijdarê dikin. Ji roja nîqaşa vekişandina ji Peymana Stenbolê hat kirin em li kuçeyan e. Di vê pêvajoyê de em zêdetir bi rêxistin bûn. Ji bo me Peymana Stenbolê bi dawî nebûye. Em ê vê gotina xwe di 25'ê Mijdarê de jî bikin."   'Jiyana jinan her diçe dijwartir dibe'   Ruyayê da zanîn li her derê Tirkiyeyê amadekariyên hemwext ên 25'ê Mijdarê tên kirin û wiha pê de çû:"Tirkiye ji bo jinan her diçe bêtir dijwar dibe. Mafên jinan ên hatibûn bidestxistin ji aliyê AKP-MHP'ê ve tên xespkirin. Bi pandemiyê re qeyrana aboriyê jî kûr bû û vê yekê jin xizantir kir. Ji ber li Tirkiyeyê destheq ne wek hev in loma ji du jinan yek bê kar e. Jiyana jinan bi teşeyên cuda yên tundiyê hatiye dorpêçkirin û bi hêza mêr ji polîtîkayên îktidarê û patriarkan digirin jiyana jinan dijwartir dibe."   Banga ji bo 25'ê Mijdarê   Ruyayê bang li jinan kir û wiha got:"Em ê di 25'ê Mijdarê de saet di 19.30'an de li Taksim Tunelê bin. Ji bo têkoşîna jiyanê em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî vê çalakiyê bibin."