Yasemîn Uçer: Em ê bi têkoşînê tundiyê têk bibin 2021-11-24 09:03:15   Medya Uren - Derya Ren     AMED - Aktivîsta TJA'yê û rêvebira rêxistina HDP'ê ya bajêr Yasemîn Uçer bal kişand ser xebatên 25'ê Mijdarê û wiha got:"Her sala diçe polîtîkayên li ser jinan tên meşandin kûrtir dibin. Lê li hemberî wan polîtîkayan têkoşîna jinan jî mezin dibe. Em ê li qadan ji wan re bibin bersiv. Wê jin bi yekîtî û têkoşîna xwe tundiyê têk bibin û polîtîkayên dewletê hilweşînin."   Li Komara Domînîkê, 3 jinên Tevgera Guherîna Civakî li hemberî dîktatoriya Trujîllo ku bi awayekî faşîzane êrîşî gel û kedkaran dikir serî hildan. Hersê jin di 25'ê Mijdara 1960'î de hatin kuştin. Di ser kuştina wan re 61 sal derbas bûn. Marîa Teresa, Mînerva Argentîna û Patrîa Mercedes ku li hemberî dîktatoriyê li berxwe dan, wekî "Xwişkên Mîrabel" hatin binavkirin. Niha ev roj weke Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê hat îlankirin.   Çalakiyên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bi wesîleya 25'ê Mijdarê dewam dikin. Aktivîsta TJA'yê û rêvebira rêxistina HDP'ê ya bajêr Yasemîn Uçer têkildarî girîngiya rojê û xebatên ku didin meşandin nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.   'Sedema tundiyê polîtîkayên îqtidarê ne'   Yasemînê di destpêkê de bal kişand ser tundiya li ser jinê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê û wiha got:"Li herêma kurdan û Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên bêcezatiyê mixabin qetilkirina jinan û tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe. Yên ku bandorê li vê tundiyê dikin ne tenê bêcezatî gelek pêkanînên wekî birêvebirina polîtîkayên nîijadperestî, zayendperestî, dijminatiyê ne. Betalkirina Peymana Stenbolê û êrişên li dijî kurdan jî em nikarin ji vê yekê cuda bigirin dest. Polîtîka, medya, aborî û wekî din hemû di bin xizmeta îqtidara tehemûla jinê nake de amûrên enjektekirina nîjadperestiyê ne."   'Ev bûyerên dawî ne tesadufî ne'   Yasemînê bûyerên ku bi destên leşkerên Tirkiyeyê li herêmên kurdan hatine meşandin bi bîr anî û wiha diyar kir:"Gelek ciwanên me wekî Îpek Er, Gulîstan Doku hatin qetilkirin û hatin wendakirin. Bi destên memûrên dewletê ev hatin kirin. Herî dawî jî li Colemêrgê bi destên çete û leşkeran bi zorê fuhuş li ser bi dehan jinan dihat ferzkirin. Car din bi destên wan ev kes di nava civakê de hatin îfşakirin. Dixwazin bi vî rengî jinên kurd di nava civakê de lawaz bixin ku nikaribin ne ew ne jî civak serî rake. Em nikarin van bûyeran ji rêzê û tesadufî binirxînin. Bê guman e ku hemû jî bi zanebûn û plankirî tê kirin."   'Em ê yekîtiya xwe mezin bikin'   Yasemînê da zanîn îsal jî ew ê ji bo jin li hemberî polîtîkayên dewletê şiyar bin bixebitin. Yasemînê xebatên ku dê bikin wiha parve kir: "Em di pêvajoyek dijwar re derbas dibin. Lê belê pêwîst e jin xwe ne serkeftî nebînin. Ji ber ku têkoşîna me mezin dibe mêr çeka xwe li hemberî me xurt dikin. Lê çiqasî ew êriş bikin wê serhildana me jî pir mezin bibe û bê guman jî wê serkeftin a jinê be. Em jî bi vê şîarê dakevin kolanan. Em ê yekîtiya xwe û rêxistina xwe mezin bikin. Me bernameyeke mehekê amade kir. Em ê heta 25'ê Mijdarê bi xebatên xwe bersivê bidin êrişên nîjadperest û zayendperest."   'Em ê xwe bigihînin hemû jinan'   Yasemînê bernameya xebatan wiha eşkere kir:"Ji ber bûyerên dawî yên qewimîne me bi taybet li Colemêrg, Dersîm û Amedê girîngî da çalakiyên xwe. Ev çend roj in me dest bi çalakiyan kiriye û em ê heta 25'ê Mijdarê jî bê navber bixebitin. Bê guman ev xebatên me bi mijdarê sînordar namîne. Li hemberî polîtîkayên dijminatiya jinan dike em ê tim bixebitin û li qadan bin. Em ê bi bernameyên cuda weke her carê mal bi mal xwe bigihînin jinan."   'Bila jin li qadan hêzê bidin hev'   Yasemînê herî dawî bang li jinan kir û wiha got:"Çeka jinan a herî mezin yekîtî û xwerêxistinkirin e. Ger me êrişa li hemberî xwe baş nirxand wê demê em ê bikaribin bertekek di cih de jî bidin. Pêwîstiya me ya herî mezin ev e ku di vî warî de em lez bikin. Ji bo jinek din ji me kêm nebe em neçar in li berxwe bidin. Di rojên wisa de li qadan bin û bi hebûna xwe hêzê bidin jinan. Yekîtî wê hêzê bide me û berxwedana me xurt bike."