ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-24 09:00:00   *Derbarê 25'ê Mijdarê de ji Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê Elîf Şêx Mihemed da zanîn ku jin nema êdî serî ji desthildatdaran re bitewînin û wiha got:"Ger jin azad be civak azad dibe û ger civak azad be wê demê Kurdistan jî azad e. Divê em pir kedê bidin û xebatê bikin da ku em bigihêjin azadiyê. Em dibêjin ji tundî û kuştina jinê re bes e !" DÎMEN HEYE   *Aktivîsta TJA'yê û rêvebira rêxistina HDP'ê ya bajêr Yasemîn Uçer bal kişand ser xebatên 25'ê Mijdarê û wiha got:"Her sala diçe polîtîkayên li ser jinan tên meşandin kûrtir dibin. Lê li hemberî wan polîtîkayan têkoşîna jinan jî mezin dibe. Em ê li qadan ji wan re bibin bersiv. Wê jin bi yekîtî û têkoşîna xwe tundiyê têk bibin û polîtîkayên dewletê hilweşînin." DÎMEN HEYE   *Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Ser Jinê jin li qadan daxwazên xwe tînin ziman. Nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên ji bo azadiya jinê carek din girîngiya xwe derdixe holê. Abdullah Ocalan diyar dike ku jin bila di alî îdeolojîk de azadiya xwe pêk bînin û rêxistina xwe bikin.   *Jinên Cizîrê, bertek nîşanê êrîşên li jinan û qetilkirina wan dan û anîn ziman ku îqtîdar kiryaran bê ceza dihêle û gotin, "Dewlet li pişt mêrên ku van sûcan dikin disekine. Li dijî êrîş û qetilkirinê divê em li qadan dengê xwe bilind bikin. Îqtîdar kiryaran diparêze. Lê belê em ê bêdeng nebînin. Em ê xwedî mafê xwe derbikevin.” DÎMEN HEYE   *Jinan diyar kirin ku li dijî şîdeta mêr pergaleke ku pêşî lê bigire tune ye, di şîdeta li ser jinê de ligel desthilatdariyê rola çapemeniyê heye û gotin divê li dijî şîdetê bêdengî tune be. DÎMEN HEYE   *Li navçeya Cizîrê di 8’ê hezîranê de polîs Enes A, tecawizî jina bi navê S.S kir. S.S da zanîn ku ji aliyê polîsan ve întîxar lê hatiye ferzkirin û got gilî kiriye lê ji dozger heta bijîşk û polîsan, her kesî hewl daye bûyerê veşêrin.  DÎMEN HEYE   *Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê ji bo meşa 25'ê Mijdarê ya dê sibehê li Taksim Tunelê bê lidarxistin, amade ye. Endama platformê Ruya Kurtuluş ji bo bêje "raperîna me neqediyaye" jin vexwend qadan. DÎMEN HEYE