Malbata zaroka ku tecawiz lê hatiye kirin banga 'Divê faîl bê cezakirin' 2021-11-23 15:36:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata zaroka 20 mehî ya ji aliyê kesekî nenas ve li bajarokê Kefernaya yê kantona Şehbayê tecawiz lê hate kirin, banga cezakirina faîlê kirin.    Li kantona Şehbayê di 13'ê Mijdarê de, kesekî nenas tecawiz li zaroka 20 mehî kir.    Li gorî agahiyên ku malbatê dane, kesekî nenas tecawiz li zaroka salek û 8 meh e kiriye. Zarok dema ku bi zarokên din re diçû cem malbata xwe ya li nava zeytûnan, hate revandin û tecawiz lê hate kirin.   Dapîra wê diyar kir ku dema zarok gihaştin têketina bajarok, kesek nenas rastî wan hatiye û pere dane wan da ku wan bigihîne malbatên wan, lê dema zarokan ew yek red kiriye, zaroka 20 mehî revandiye. Zarokên din çûne û agahî danê malbatê. Zarok li ser rêya Kefernaya-Dêrcimêl hatiye dîtin. Zaroka ku hat ditîn rakirin Nexweşxaneya Navçeya Fafînê û ji ber jî veguhastin nexweşxaneya Helebê.    Malbata zarokê bang li aliyên peywendîdar kir ku bi lez kesê sûcdar were girtin û bê darizandin.   Li Bakur û Rojhilatê Sûriye gel nerazîbûnek li hember vê bûyerê nîşan da û çalakî li dar xistin, bang kirin ku bi lez sûcdar bê girtin û bê darizandin.