Serdana goristanê hat astengkirin: Nûçegihanan lêdan xwar 2021-11-23 12:47:33     AMED - Rojnameger Derya Ren û Eylem Akdag ên çalakiya serdana goristanan a MEBYA-DER û Meclîsa Dayikên Aştiyê dişopandin bi êrişa polîs û cendermeyan re rûbirû man.    Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosun û gelek kes bi minasebeta 25'ê Mijdarê xwestin biçin serdana Goristana Sîsê ya Licê ya Amedê.    Lê rêyên ku ber bi goristanê ve diçû ji hêla polîs û cendermeyan ve hat girtin û çûyîna girseyê hat astengkirin. Her wiha nûçegihana ajansa me Derya Rên û nûçagihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Eylem Akdag dema dîmen digirtin hatin astengkirin. Polîs û cendermeyên bi zorê makineya stuyê Deryayê girtin. Her wiha tehdîta binçavkirinê li nûçegehan Derya û Eylemê hat kirin. Ji ber polîsan dest danî ser makîneyên her du nûçegihanan, nûçegihan bi telefonên xwe dîmen kêşandin. Her wiha parlamenter Remziye Tosun, dema bertek nîşanî polîsan da lêdan xwar.    Piştî ku makîneyên nûçegihanan hat dayîn girse ji herêmê derket û berê xwe da gundê Fîs ê. Li vir li ser navê girseyê endama MEBYA-DER'ê Raziye Işiktaş axivî û bertek nîşanî astengiyê da. Raziye, da zanîn ku tişta ku tê kirin zilm e û wiha bi lêv kir: "Me xwest em biçin serdana goristenê û em hatin astengkirin. Em vê bêedaletiyê qebûl nakin. Tenê me xwest em goristanên xwe ziyaret bikin. Ez wan helal nakim."