50 roj in li Sêmalka nobeta malbatan didome 2021-11-23 12:28:24     NAVENDA NÛÇEYAN - 50 roj in li Deriyê Sînor a Sêmalka, nobeta malbatan didome.    Hêzen çekdar ên girêdayî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku di operasyonên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê de cih digirin, di 28-29'ê tebaxê de li herêma Xelîfan kemîn danîbûn pêşiya HPG'iyan. Di kemînê de 5 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dabû û yek jê birîndar 2 HPG'î jî ji kemînê birîndar xelas bûbûn. Hêzên PDK'ê cenazeyên HPG'iyan desteser kirine û 87 roj in cenazeyan nadin malbatên wan.     Malbat ji bajarê Qamişlo yê Qantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo girtina cenazeyên HPG'iyan hatibûn Deriyê Sînor ê Sêmalka û xwestibûn derbasî Herêma Kurdistanê bibin. Malbat li vir ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatibûn astengkirin. Li ser vê astengkirinê Dayikên Aştiyê û malbatên Nesrîn Temîr a YJA STAR'î û Yûsif Îbrahîm ê HPG'î li deriyê sînor kon vedabûn û dest bi nobetê kiribûn. Nobet di roja 50'emîn de berdewam dike.     Tevahiyê rojê ji bo nobetê serdanên piştgiriyê tên kirin û meşên girseyî tên lidarxistin. Gelek sazî, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî yên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê serdana nobetê dikin û nobetê dewr digirin. Dayik bi israr in ku heta girtina cezayên zarokên xwe nobeta xwe bidomînin.