Li Dihokê kuştina jinan zêde bûye 2021-11-23 12:01:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federal a Kurdistanê rêjeya herî zêde ya kuştin û xwekuştina jinan li Dihokê hatiye tomarkirin û piştî wê jî Hewlêr û Silêmanî tê.   Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta Ser Jinan a Herêma Federal a Kurdistanê bîlançoya 9 mehên destpêkê yên îsal ya şîdeta dijî jinan parve kir.   Li gorî bîlonçoya 9 mehan, li Herêma Federal a Kurdistanê 16 jin hatine kuştin û 45 jinan jî dawî li jiyana xwe aniye. Herwiha 5 bûyerên şewat û xweşewitandinê, 108 destdirêjî pêk hatiye. 10 hezar û 48 jin jî li dijî şîdeta ku li hemberî wan hatiye kirin gilî kirîne.   Ji 16 bûyerên kuştina jinan, 10 jin li Dihokê hatine kuştin ku dike ji sedê 62, li Hewlêrê 3 jin, ji sedê 18. 7 û li Silêmaniyê 2 ku dikeve ji sedê 12.5 û li Raperîn jî jinek hatiye kuştin ku dike ji sedê 6.2.   Herwiha rêjeya herî zêde ya xwekuştinê jî li Dihokê hatiye tomarkirin ku ji 45 bûyerên xwekuştinê, 24 li Dihokê hatine tomarkirin. Ango rêjeya xwekuştinê li Dihokê ji sedî 53.3 ye, piştî Dihokê, li Hewlêr di  rêza duyemîn de 13 jinan xwe kuştiye û dike  ji sedê 28.8, li Silêmaniyê 6  ji sedê 13.3, li Soran 1 û li Raperîn 1 ku her yekê dike ji sedê 2.2.   Heta niha Rêxistina Têkoşîna Dijî Şîdeta Ser Jinan a Herêma Kurdistanê tenê bîlançoya 9 mehan eşkere kiriye û tê payîn ku di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Şîdeta Ser Jinê de bîlonçoya giştî ya 11 mehên borî eşkere bike. (ROJNEWS)