Dayikên Şemiyê yên tên darizandin: Em ê li dijî bêhiqûqiyê têbikoşin 2021-11-23 11:21:14   STENBOL - 3'yemîn danişîna doza Dayikên Şemiyê sibê tê dîtin. Besna Tosûn bang li raya giştî kir û got: "26 sal in em ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda hîn bibin li qadan têdikoşin, lê îro em tên darizandin. Ev tişt bêhiqûqiyeke mezin e. Lê em tu carî dev jî hêviyên xwe bernadin û em ê li dijî bêhiqûqiyê têbikoşin."    Dayikên Şemiyê di sala 2018'an de di çalakiya xwe ya hefteya 700’î de li Qada Galatasarayê bi êrişa polîsan re rûbirû ma. Di êrişê de 46 kes lêdan xwar û piştre jî hatin binçavkirin. Der barê 46 kesan de bi îdiaya "Bê destûr civîn û xwepêşandan kirine" doz hat vekirin. 3'yemîn danişîna dozê dê sibê li 21'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê ya Çaglayanê bê dîtin.    Besna Tosun, keça Fehîm Tosun ê ku di sala 1995'an de li girtîgehê hatibû windakirin jî tê darizandin. Besna ji ajansa me re axivî û banga piştevaniyê li raya giştî kir.    'Têkoşîna me tê darizandin'   Besna diyar kir ku bi destê dewletê mirov tên windakirin û got: "Em 26 sal in di nav têkoşînê de ne ku bila ev 'Sûcê windakirinê' bê dîtin, têkoşîna me dewletê aciz dike. Ji ber vê sedemê Qada Qalatasarayê li me qedexe dikin. Hewl didin ku em windayên xwe ji bîr bikin û faîlên jî bêceza bihêlin. Niha tişta ku tê darizandin têkoşîna me ye. Di şert û mercên îro de têkoşerên me hatin girtin, ceza li wan hatin birîn, ji kar hatin dûrxistin, bi zext û zordariyê re rûbirû man. Têkoşîna Dayikên Şemiyê, mirov dikare bêje ku li cîhanê kêm têkoşînek wisa dirêj heye û li Tirkiyeyê jî yekem car têkoşîneke wisa dem dirêj heye. 3 nifşe ligel her cûreyên şîdet û zexdan têkoşîn didome. Di serî de bi qedexekirina Qada Galatasarayê dest pê kirin. Lê zanîn ku ev têkoşîn bi qedexeyan nayê astengkirin. Lê Dayikên Şemiyê li kolanan dengê xwe bilind kirin û sûcên ku pêk hatî radigihînin."   'Dixwazin civakê bitirsînin'   Besna, destnîşan kir ku di çalakiya 700’î bi êrişa polîsan ve rûbirû mane û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Hefteyên din jî sîstematîk êrişê li me kirin. Derbarê me de doz hatin vekirin. Me bi dîmenên ku li qadê hatî kêşandin, ligel raporên bijîşkan a lêdanxwarinê gilî kir lê me tu encam negirt. Piştî 2 sal şûnde derbarê 46 kesan de bi hinceta 'Bi civîn, çalakî û meşê li dijî qanûnê derketine' 3 sal cezayê girtinê hat xwestin. Ev doz ne tenê ji bo têkoşîna Dayikên Şemiyê ji bo tirsandina civakê hat vekirin. Ji xwe êdî kêm kes derdikeve kolanan, bi vî rengî dixwazin civakê bitirsînin û îzole bikin. Ji bo me wateya vê dozê nîne."    ‘Ji bo vegera Qada Galatasarayê em ê têbikoşin'    Besna di axaftina xwe de wiha bal kişand ser qedexekirina Qada Galatasarayê: "Piştî qedeşexeyê me berê xwe da Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û em li vir kom bûn. Lê carek din polîs êrişê li me kir. Li kolana ku em kom dibûn ji bo xwe gihandina Qada Galatasarayê bû. Polîsan 10-15 hefteyan dora me dorpêç kir. Li kolana ku ev qas biçûk de bi gazê êrişê li me kirin û me lêdan xwer. Heta dema pandemiyê wisa bû. Lê em ê carek din vegerin Qada Galatasarayê û em ê li vir têkoşîna xwe bidomînin.    'Bê hiqûqiyeke mezin heye'   Besna, da zanîn ku bêhiqûqiyeke mezin heye û wiha bi lêv kir: "Li dijî jîbîrkirinê em li Qada Galatasarayê tên cem hev. Ne nûye ku îtîrafên îşkenceyê tên kirin, gelek mînak hene ku li dadgehan îtîrafa sûcan hatiye kirin lê belê ev faîl hatin bereatkirin. Mixabin li Tirkiyey bi sedan kes di binçavan de hatin windakirin, lê derbarê mijarê de heta niha kesek nehat cezakirin. Çend îqtîdar biguherin jî polîtîka heman tiştê û heman çand tê domandin. Îqtîdar hewl didin ku sûcên ku beriya îqtîdarên wan hatî kirin veşerê û faîlan bêceza bihêle. 26 sal in em ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda hîn bibin li qadan têdikoşin, lê îro em tên darizandin. Ev tişt bêhiqûqiyeke mezin e. Lê em tu carî dev jî hêviyên xwe bernadin û em ê li dijî bêhiqûqiyê têbikoşin."    Besna wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di 24'ê mijdarê an go sibê di saet 10'an de em ê li ber Edliya Caglayanê bin. Em bang li raya giştî dikin piştgiriyê bidin têkoşîna edaletê ya malbatan."