Bêrîvan Korkut: Tedbîrên li girtîgehan veguherîn tecrîdê 2021-11-23 09:17:20   STENBOL - Koordînatora Parastinî ya CÎSST'ê Bêrîvan Korkut, da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi awayekî cidî zêde bûne û di bin navê tedbîrên pandemiyê de, tedbîrên tên girtin veguherîne îşkenceyê.  Bêrîvanê da zanîn ku girtiyên nexweş ên bi rîsk divê demildest bên berdan.   Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj giran dibin û bi taybet piştî vîrusa koronayê binpêkirin derketin asta jor. Ji ber mafê tenduristiyê hat astengkirin hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest didin roj bi roj zêde dibin, girtiyên nexweş tên tecrîdkirin, nikarin xwe bigihînin mafê dermankirinê. Girtiyên ji nexweşxaneyê rapora ‘nikarin di girtîgehê de bimînin’ digirin, li ber çavan nayê girtin û bi mirinê re tên rû hev. Girtiyê nexweşê giran Siddik Guler ê 26 sal in girtî ye û bi îmzeya bijîşkê pratîsyen ji Polîklînaka Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderunê rapora ‘pirsgirêka nexweş tune ye, dikare zêde avê vexwe’ girt.    Li gorî rapora ÎHD’ê ya sala 2020’î de 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Dîsa li gorî raporê di 2020’î de 27 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Ji serê salê heta niha jî 14 girtiyî jiyana xwe ji dest dan.   Tahliye tên astengkirin   Ji ber  Saziya Tipa Edlî (ATK) bê alî tev nagere girtiyên nexweş nayên tahliyekirin. Her wiha tenê rapora ASTK’ê ji bo tahliyekirinan ne asteng e.  ATK rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ bide jî, girtî beriya bên tahliyekirin emniyet di çarçoveya prosedurekê de lêkolîna ‘xetereyê ava dike an na’ dike. Bi nêrîna emniyetê re tahliye jî tên astengkirin.   Li aliyê din di demên dawî de li gelek girtîgehan bi hinceta ‘ewlehî û lêgerînê’ di saetên şevê de bi ser koguşan de tên girtin. Gelek girtî tên surgunkirin û demek dirêj e agahî ji wan nayên girtin.   Koordînatora Parastinî ya Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Ceza (CÎSST) Bêrîvan Korkut, der barê rewşa girtiyan, binpêkirinên mafan de ji ajansa me re axivî.   Hejmara rast nadin   Bêrîvanê da zanîn ku yek ji pirsgirêka herî sereke ev e ku li girtîgehan çend girtî hene û ji 260 heta hezarî girtî hene. Bêrîvanê wiha got: “Hejmara girtiyên nexweş jî daneyên Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf û Ceza de hene û wiha dirêjî dayê: “Me di vê mijarê de serlêdan kirin.  Di hemû bersivên hatin dayîn de dibêjin divê lêkolînek taybet bê kirin. Ji ber vê jî em dikarin bêjin ku naxwazin hejmara rast bidin.”   Beriya pandemiyê û piştî pandemiyê   Bêrîvanê bi lêv kir ku serlêdanên girtiyan wek beriya pandemî û piştî pandemiyê ji hev vediqetînin û wiha berdewam kir: “Beriya pandemiyê jî der barê mafê tenduristî, çûyîna nexweşxaneyan, rîng, revîr, dermankirina bi kelepçeyê de gelek serlêdan dihatin kirin.  Piştî pandemiyê jî , pirsgirêkên wekî, heta nexweşên giran nebin, dişandin nexweşxaneyê, dermankirina bi rêk û pêk nehat kirin, di dermankirina girtiyên nexweş de pirsgirêk hatin jiyîn. Piranî girtiyên nexweş, gelek nexweşiyên wan hene. Di dermankirinan de pirsgirêk dertên.”   ‘Dikarin dest ji sewqkirina nexweşxaneyê berdin’   Bêrîvanê axaftina xwe wiha domand: “Beşek girtiyên nexweş bi tena serê xwe nikarin jiyana xwe bidomînin. Hewcedarî bi piştgiriya kesekî dibînin. Girtî ji ber tirs û fikara ku nikarin tenê jiyana xwe bidomînin, hewcedaryên xwe bînin cih, bi tirsa ku tenê wê tiştek bê serê wan, dest ji sewqkirina nexweşxaneyê berdidin. Çareseriyên hêsan ên vê rewşê hene. Divê hewcedariyên hemû girtiyan bên cih. Divê kontrolên wan bên kirin, pirtûk û her wekî din bên dayîn. Girtiyên dixwazin bên sewqkirin jî bi gotinên weke ‘Rewşa wî ne giran e, em bibin wê dîsa bikeve karantînayê, bi wan re wê cenderme bikevin rîskê’ tên rû hev. Her wiha di demên dawî de ji girtiyên astentdar bi taybet ên mehaneyên astengdariyê digirin, rapora nexweşxaneyeke tam teşekul tê xwestin. Ji ber girtî nikarin biçin mûçeyê wan tê birîn.”   Bêrîvanê bi lêv kir ku li girtîgehan pirsgirêka xwegîhandina xizmeta tenduristiyê kronîk bûye û veguheriye pirsgirêkek cidî.   ‘Divê saziya ATK’ê ji holê bê rakirin’   Bêrîvanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nexweşxaneyên dewletê yên biçûk nebin jî, li gelek cihî nexweşxaneyên zanîngehê hene. Raporên heyetê yên van nexweşxaneyan li gelek saziyên dewletê derbasdar e. Tevî rapora ‘nikare girtî bimîne’ jî, ATK ji nû ve lêkolîn dike û ev pirsnîşanek cidî ye. Ji roja ewil de yekane daxwaza me ev e ku saziya ATK'ê ji holê bê rakirin. Tenê hinek girtiyên nexweş ji bo ku                   ‘neyê gotin li girtîgehê miriye’ tên berdan. Gumana me ev e ku hinek girtî nizanin ku înfaza ceza hatiye taloqkirin. Ev du sal in girtî ji bilî memûrên saziya cezaya înfazê kesî nabînin. Ev rewş jî bi xwe re dualî aloziyê tîne.”   ‘Ne tedbîr tecrîd e’   Bêrîvanê her wiha bal kişand ser serlêdanên di demên dawî de tên kirin û ev tişt daxuyand: “Di nav pêkanînên tên kirin de îşkenceya ‘falaka’ ya demek dirêj bû tunebû jî heye. Ev çend meh in ji ser girtiyên siyasî çûne guherîna polîtîkayê. Bi hinceta rêbazên pandemiyê, girtî di tu şertî de di qada civakî de nayên gel hev. Nikarin hevdîtina vekirî bikin û di carekê de girtîgehek hemû tê valakirin, qawiş tên guhertin. Bi komên 20-30 kesî bêyî maske, di nîvê şevê de dikevin qawişan lêgerînê dikin. Bêyî agahiyê bidin malbatan sewqî cihên dûr dikin. Di rewşa normal de ku ji ber pandemiyê sewq nayên kirin bi kêfî di carekê de dikin. Ev ne tedbîrin ev tecrîd e.”   ‘Em cudahiyê nabînin’   Bêrîvanê di axaftina xwe de di mijara girtîgehên Tîpa S de jî axivî û got ji beşên 1-2-3 kesî pêk tên û ev tişt anî ziman: “Tîpa S jî tecrîdê bixwe re tîne. Kapasîteya Tîpa S 552 e. Di alî avabûnê de cudahî di navbera S û F de heye lê êdî li şûna Tîpa F, S tên çêkirin. Girtî tecrîda giran dijîn. Ji ser tecrîdê  serlêdanên cidî tên kirin. Ev du sal in girtî nikarin diranên xwe derman bikin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan.”