Eren Keskîn: Dewlet dike û dewlet dinixumîne 2021-11-23 09:05:31   Şehrîban Aslan    AMED - Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn têkildarî binpêkirinên mafan ên li Tirkiye û Kurdistanê nirxandin kir.  Erenê bal kişand ser polîtîkaya êrişên taybet û got:"Dewleta tirk li Kurdistanê bi destên karmendên xwe yên fermî polîtîkayên êrişên taybet ên nîjadperest û zayendperest didin meşandin. Van karmendên dewletê ceza negirtine. Ev polîtîkayên wan ên bêcezatiyê armanca wan raste rast nîşan dide."   Li Tirkiyeyê binpêkirnên mafên jinan li qadan, dadgehan û cihên fermî di astek herî bilind de rû didin. Bi taybetî li Kurdisanê ev polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinên kurd tên meşandin her ku diçe zêde dibin. Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn ji salên 1990’î heya niha li Tirkiye û Kurdistanê binpêkirinên mafên li ser jinan di çi astê de ye ji ajansa me re dinirxîne.   'Tirkiye li dijî qanûnên xwe yên hiqûqî tê'   Erenê di serî de qala pêvajoyên ku nû dest bi parêzeriyê kir û wiha got:"Ji salên 90'î ve ez di hundirê Parastina Mafê Mirovan de cih digirim. Ji wan rojan heta niha em dibin şahid ku li dijî herêma kurdan polîtîkayên êrişên taybet tên meşandin. Dadgeh jî bi polîtîkayên bêcezatiyê piştgiriyê dide û ji wan êrişên taybet re dibe qilifek. Ev ji bo hemû sûcên li herêmê tên meşandin re derbasdar e. Lewra Tirkiye gelek peymanên mafê mirovan, mafê jin û zarokan diparêzin jî îmze kiriye. Heta li dijî qanûnên xwe yên hiqûqî jî tên."   'Di hemû şeran de êrişên dijmirovatî li jinan tên kirin'   Erenê bi lêv kir ku di hemû cihên ku şer lê heye de jin tên qetilkirin, bişaftin û bi binpêkirinên mafan rû bi rû dimînin. Erenê wiha berdewam kir:"Ev di hemû şerên cîhanê de heman e. Di şerê cîhanê yê yekem û duyem de jî gelek jin hatin qetilkirin, tecawizkirin û revandin. Di dadgehên Nurnberg û Tokyo ku piştî van şeran hatine avakirin de binpêkirinên mafê mirovan ên li dijî jinê hatine kirin bê ceza hatine hiştin. Lewra piştî şerê Bosna û Rawandayê ji ber têkoşîna jinê êdî tundiya li hember jinê weke sûcekî têkoşînê tê qebûlkirin. Li Kurdistanê jî gelek mafê jinan tên binpêkirin. Heta niha bi qasî 600 jinî serî li baroya me dane. Gelek ji van jî nayên zanîn û naxwazin werin zanîn. Em dikarin Êlihê mînak bidin. Êlih di salên 90'î de weke bajarê xwekujiya jinan lê zêde dihat zanîn. Lewra her kesê ku li Êlihê întîxar dikir Îpek Erek bû. Ango tiştên dihatin jiyîn heman bûn. Ji ber ku bandora feodalîzmê pir hakîm bû jî jinan li cihê teşhîrkirinê întîxar dikirin."   'Dewlet dike û dewlet dinixumîne'   Erenê diyar kir ku ew bi salan e vî karî dike û got:"Min parêzeriya bi hezaran jinan kir. Lewra hîna min nedîtiye ku ji derveyî çeteyekî yê dewletê ceza girtiye. Ew çete jî dema zaroka bi tecawizê çêbûye hate dinê, ceza girt. Ew jî neçar man ku ceza bidin. Di serlêdanên ji me re hatine kirin de zêdetir jinên kurd ên hatine binçavkirin in. Siyasetmedarên kurd ango jinên kurd ji ber nîjada xwe dihatin binçavkirin û tecawiz li wan dihat kirin. Ango sedema întîxarên li Êlihê û tevahiya Kurdistanê jî ev bûn. Li Mêrdînê doza ku weke doza Ş. A. tê zanîn di bîra me de ye. Di wê demê de derheqê Musa Çitîl û 450 leşkeran de doz hatibû vekirin û weke her carê ji dozê berat dikirin. Vê carê heman kes, Musa Çitîl di operesyonên Sûr û Cizîrê de hate pêşberî me. Nehatin cezakirin, ritba wan hate bilindkirin. Dewlet dike û dewlet dinixumîne. Ji ber wê sedemê polîtîkayek ya bêcezatiyê bi eşkere tê meşandin."   'Polîtîkayên tirsandinê tên meşandin'   Erenê têkildarî polîtakayên bêcezatiyê mînak parve kir, bal kişand li ser girîngiya Peymana Stenbolê û got:"Ji ber van sedeman em ji bo Peymana Stenbolê ewqas li berxwe didin. Em li bendê bûn ku hemû cure tundiyên di hundirê malê de pêk tên werin astengkirin. Lewra li dijî wê peyman hat betalkirin. Li welatê me hemû sûcên li hemberî jinê pêk tên, bi taybetî jî yên bi destê dewletê pêk tên bê ceza tên hiştin. Kesên bi formaya dewletê yan jî wêneyekî wan a nîşaneya nîjadperestiyê hebin ew ceza nagirin. Ev weke polîtîkayek tirsandinê jî tê meşandin. Ev kesan pê dizanin ku ji aliyê dewletê ve tiştek bi wan nayê kirin. Ev timî hebû û hîna jî nehatiye guhertin."   'Pêwîst e em têkoşîna xwe mezin bikin'   Erenê bal kişand ser îqtidara AKP’ê û pêvajoya wê wiha nirxand:"Beriya niha AKP'ê polîtîkayek cuda dida meşandin. Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan digot min nîjadperestî bi lingê xwe perçiqand. Ji bo Dêrsimê lêborîna xwe xwest, qala jenosîda Ermeniyan kir. Lewra dema em temaşeyî roja îro dikin jî ji wan gotinan gelek dûr e. Yek ji berpirsyarên êrişên li dijî kurdan ên salên 90’î Mehmet Agar e ku em roja îro jî li qadan dibînin. Alaattîn Çakici jî bi heman rengî, wî li aliyê sûcên ku kiriye hevjîna xwe jî qetil kir. Pêwîst e dewlet polîtîkayên xwe biguhere. Em her tim têkoşîna xwe ya li hemberî polîtîkayên destdirêjî, tecawiz, tundî û binpêkirinên mafên jinan didin dewamkirin. Em ruxmê êriş, gef û tundiyan jî, di girtîgehan de û ji derve didin berdewamkirin. Pêwîst e em jin di aliyê polîtîk de jî têkoşîna xwe mezin bikin."