ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê 2021-11-23 09:00:00   *Malbatên girtiyên siyasî yên nexweş li dijî binpêkirinên mafan û îşkenceyê li baroyê dest bi "Nobeta Edaletê" kirin. Malbatên girtiyan ên bi navê Fevziye Kolakan û Hasîbe Guler têkildarî nobeta dane destpêkirin axivîn û bang li hemû dayikan kirin ku beşdarî nobetê bibin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn têkildarî binpêkirinên mafan ên li Tirkiye û Kurdistanê nirxandin kir.  Erenê bal kişand ser polîtîkaya êrişên taybet û got:"Dewleta tirk li Kurdistanê bi destên karmendên xwe yên fermî polîtîkayên êrişên taybet ên nîjadperest û zayendperest didin meşandin. Van karmendên dewletê ceza negirtine. Ev polîtîkayên wan ên bêcezatiyê armanca wan raste rast nîşan dide." DÎMEN HEYE   *Şêniyên Amedê bertek nîşanî polîtîkayên aboriyê dan û gotin: "Êdî 100 TL bûye wek 10 TL. Qimeta pere nemaye. Em nikarin selika xwe ya bazarê tijî bikin û debara xwe ya rojane bikin. Rewşa me ne baş e." BI DÎMEN   *Şarederiya Silopiyê ji bo qadên jiyan û xebatê ji jinan re vebike, projeya “Bazara Keda Jinê” kir rojeva xwe. Hevşaredar Adalet Fîdan, destnîşan kir ku bazara 12 dikan, qada vekirî û cihê zarok bikaribin lê bên hiştin di nav xwe de dihewînê nêzî meh û nîvekê din dê bikin xizmeta jinan.  DÎMEN HEYE    *Parêzer Sevînç Hocaogullari, ji meha Çile heta meha cotmehê qetilirina 253 jinan nirxand û got dema şîdeta li ser jinan zêde dibe têkoşîn jî zêde dibe û got: “Em feshkirina peymanê wek êrîşa li dijî destkeftiyên jinan dibînin lê me dest jê bernedaye. Jin li qadan têkoşînê dimeşînin.” BI DÎMEN    *Dayikên Aştiyê bertek nîşanê polîtîkayên şer û tecrîdê dan û gotin: “Tirkiye rojê 4-5 caran balafiran radikin û kîmyasalê davêjin Kurdistanê, welatiyên me şehîd dikevin. Em dayik vê şermezar dikin û dixwazin şer bidawî be." BI DÎMEN    *Koordînatora Parastinî ya CÎSST'ê Bêrîvan Korkut, da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi awayekî cidî zêde bûne û di bin navê tedbîrên pandemiyê de, tedbîrên tên girtin veguherîne îşkenceyê.  Bêrîvanê da zanîn ku girtiyên nexweş ên bi rîsk divê demildest bên berdan.BI DÎMEN   ** TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Hezexê çalakiya zincîra xemrî dê li dar bixin. (12.00)