Nobeta Edaletê ya Amedê di roja 7’emîn de ye 2021-11-22 16:25:45     AMED - Xizmên girtiyên nexweş di roja 7'emîn de çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" didomînin. KÎD, serdana malbatan kir û diyar kirin ku divê her kes deng bide berxwedana malbatan.   Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş, bi armanca ku balê bikişînên ser rewşa girtiyên xwe û şewitandina înfaza girtiyan li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, di roja 7’emîn de berdewam dike. Hejmara malbatên girtiyên ên tevlî çalakiyê bûn zêde bûn. Îro jî xwişka Yahya Fîdan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan Amedê dimîne, Yasemîn Kaya û dayika Mehmet Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê dimîne, Hazal Yildirim tevlî çalakiya nobetê bûn.    Serdanên çalakiya nobetê ya malbatan jî didomin. Îro endamên Kongreya Îslamê ya Demokratîk (KÎD) serdana malbatan kirin.    Endamê KÎD’ê Abdûlbarî Tiryakî di serdanê de axivî û got: "Em çalakiya malbatên girtiyan silav dikin. Rayedar dengê girtiyan nabihîzin. Ya girîng ew e ku mirov li derve tiştekê bike. Di vî warî de çalakiya we di cih de ye. Divê herkes dengê berxwedana li vir bilind bike.”