'Ji tundiya li ser jinê re na' 2021-11-22 15:39:41     ŞEHBA - Bi boneya nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bi dirûşma "Têbikoşe tundî û dagirkeriyê têk bibe" Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava ên Kantona Efrînê panalek derbarê tundiyê de li dar xist.   Bi boneya nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bi dirûşma "Têbikoşe tundî û dagirkeriyê têk bibe" Yekîtiya Jinên Êzidî ya Kantona Efrînê panelek di derbarê tundiya li ser jinan de tê kirin, bi taybet jinên Êzidî li dar xist. Panal li hola Mîtanê ya Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê ya girêdayî Kantona Şehbayê hate lidarxistin. Di panelê de endamên Yekîtiya Êzdiyan û endamên Rêxistina Kongreya Star a herêma Efrînê beşdar bûn. Pankarta "Têbikoşe tundî û dagirkeriyê têk bibe" li holê hat daliqandin.    Panel bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre panel ji aliyê Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava Soad Hisa ve hate rêvebirin. Di panelê de jinan bal kişandin ser sê xalên bingehîn. Ev xal jî derbarê sedemên belavbûna Êzidiyan a li tevahî cîhanê bû. Armanca kuştin û tecawizkirina jinê çi ye ?Ya dawî jî çareseriyên ji bo rêxistinkirina civaka êzidî û bi taybet jinê hatin nîqaşkirin. Piştre derî ji nîqaşan re hat vekirin û xalên hatin diyarkirin hatin nîqaşkirin.   Panel bi nîqaşên ji aliyê kesên beşdar bûne ve bi dawî bû.