Jinên KESK'î tevî dorpêçê daxuyanî dan 2021-11-22 14:42:24     AMED /ENQERE -  Jinên KESK'î yên xwestin bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Tundiya li ser Jinê daxuyaniyê bidin hatin astengkirin. Jinan tevî dorpêçê û astengiya polîsan daxuyanî dan û gotin."Em ê li hemberî êrişên mêr-dewletê bêdeng nemînin."   Jinên Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Tundiya li ser Jinê li Amed û Enqerê çalakî li dar xistin.    Jinên KES'ê yên Amedê xwestin daxuyaniya çapemeniyê li kolana Ofîsê ya girêdayî navçeya Yenîşehîrê ye bidin. Polîsên ku ji saetên serê sibehê ve li kolanê bûn daxuyanî asteng kirin. Polîsan jinên hatibûn ji bo daxuyaniyê dorpêç kirin. Jinan ruxmê astengiya wan di nava dorpêçê de daxuyanî dan û bi dirûşman dengê xwe bilind kirin. Daxuyanî ji aliyê sektera KESK'ê ya jinan Gevher Koyun ve hat xwendin.   'Em rêxistina xwe xurt dikin'   Gevherê di serî de têkoşîna jinê ya li her deverê Tirkiyeyê belav bûye bi bîr xist û wiha berdewam kir:"Îro em weke jin li hemberî polîtîkayên şaş, xizanî, tundî, tecawiz û hemû cure bêmafiyan têkoşîna xwe ya civakî dikin û li kolanan dengê xwe bilind dikin. Em rêxistina xwe xurt dikin û mezin dikin. Ji ber ku îqtidara AKP'ê polîtîkayên zayendperest ên ku raste rast dijminatiya jinê dike, bi lez pêşve dibe. Li dijî destkeftiyên jinan, ji bo wan bê vîn û tenê bihêlin di eniya pêş de ne. Bi polîtîkayên bê cezatiyê, binpêkirinên qanûnan, betalkirina Peymana Stenbolê jixwe ev peyam da me."   'Em di nava serhildanê de ne'   Gevherê bi rêzê bûyerên ji aliyê qeyûm û îqtidara AKP-MHP'ê ve qewimîne rêz kir. Gevherê diyar kir ku qetilkirina jinan polîtîk e. Gevherê da zanîn ew li dijî wan di nava serhildanê de ne û bi jinan re sedemên serhildanên xwe wiha rêz kir:"Em ji bo parastina mafên xwe bi hêztir bi rêxistin dibin û têkoşîna xwe mezin dikin. Em ê li dijî hişmendiya ku dixwaze jinê girêdayî mêr û dewletê bike di nava serhildanê de bin. Em li dijî bişaftinên bi hezaran salan ên li ser beden, nasname û keda me tên kirin di nava serhildanê de ne. Em li dijî serweta ku ji şer û rantê re tê veqetandin di nava serhildanê de ne. Em li dijî mirinê jiyan, li dijî şer jî aştiyê dixwazin. Em li hember hemû cure tundiyê, ji bo xwedî li mafên xwe derbikevin li kolan in. Em ê li qadan di nava serhildanê de bin û mafê xwe bixwazin."   'Em natirsin, em li vir in'   Hevseroka giştî ya KESK'ê Şukran Kablan Yeşîl di daxuyaniyê de bal kişand ser dorpêça polîsan û got:"Em weke jin bi wesîleya rojê hatine vir. Lewra li derdora me dorpêç kirin û ji daxuyaniya me re dibin asteng. Ev feraseteke ya mêr-dewletê ye. Em pê dizanin ku Xwişkên Mîrabel digotin ‘ez dizanim tişta herî nêzî min mirin e, lê ez natirsim.’ Îro bi heman rengî gef û êrişên li ser jinê giran bûne. Em dizanin em di hedefê de ne. Lê weke Xwişkên Mîrabel dibêje em natirsin û em ê tim li vir bin. Heta ku serhildana jinê encam bigire em ê têbikoşin."   Daxuyanî bi diruşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Jin Şer Naxwazin”, “Bijî têkoşîna Jinê” ên hatine berz kirin bi dawî bû.   Li Enqerê çalakiya jinan    Jinan li avahiya TUMBELSEN'ê ya 2'yem de civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de pankarta "Em dev jî têkoşîna azadî û wekheviyê bernadin û berxwedana xwe mezin dikin" vekirin. Daxuyanî ji hêla Berdevka Demê ya Platforma Jinan a KESK'ê Îlkay Ersus ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku dê dev jî têkoşîna xwe bernadin û natirsin.    Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.