Li Kerkûkê rêzesemînerên 25’ê Mijdarê 2021-11-22 13:29:32     NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK, bi wesîleya 25’ê Mijdarê, li gelek dibistanên Kerkûkê rêzesemînar li dar xist û bal kişand ser şîdeta li hemberî jinê.   Bi boneya 25’ê Mijdarê Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) li bajarê Kerkûkê li çend dibistanan rêzesemînaran li dar xist û bal kişand ser têkoşîna li dijî şîdetê û hişyarkirina malbatê.    Di çarçoveya çalakiyê de RJAK’ê li Dibistana Qendîl, 11’ê Adar û Çarçira û dibistanên xortan ên bi navê Gizîng û Qazî Mihemedê rêzesemîner li dar xist.    Di semînarên ku ji aliyê endamên RJAK’ê ve hatin dayin de bal hate kişandin li ser girîngî û dîroka derketina wê rojê, her wiha derbarê cûreyên şîdetê û çawa dikare li dijî şîdetê têkoşîn bê kirin û çareseriyên wê nîqaş hatin kirin.