Malbata Şenyaşar daxwaza berdana rojnamevan Emrullah Acar kir 2021-11-22 12:33:42     RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 259 roj in li ber Edliya Rihayê didome. Malbatê, xwest nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Emrullah Acar ê bi mehan e dengê wan radigihîne û 4 roj in di binçavan de ye were berdan.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne û lawê Ferît Şenyaşar di roja 259’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Malbat vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsa Rihayê hatin ber Edliyeyê û li kuncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar rûniştin û nobeda xwe berdewam kir.    Ferît Şenyaşar diyar kir ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî pêk hatiye û got: "Eger Tirkiye dewleteke hiqûqê be, ji bo tiştên pêwîst bike, li ber edliyeyê me dest bi têkoşîna edaletê kir. Tevî ku 9 meh di ser çalakiya me re derbas bûn jî ti pêşketin çênebû. Dozger sûcan dikin û dibin şirîkê sûc. Her cara ku em dikevin edliyeyê, serdozger jî ji me direve, em nikarin wî bibînin.     Ferît, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Kî li Tirkiyeyê behsa demokrasî, hevhelalkirinê û hiqûqê bike, divê pêşî were ber Edliyeya Rihayê û biaxive. Hevhelaliya ewil dê li Qesra Edaletê ya Rihayê dest pê bike. Ev dayik 9 meh in li ber deriyê ediyeyê ye û tenê daxwaza wê ew e ku dewleta hiqûqê ya pêwîst bike."   Ferît, diyar kir ku dozger û polîs ji bo ku wan ji çalakiya wan sar bikin rêbezek ku serî lê nedane nehiştine û wiha got: "Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emrullah Acar ê ku nûçeyên me çêdikir û dengê me radigihand, yekane sûcê wî nûçegîhanî ye. Tu sûcê wî tune. Dema me li ber edliyeyê dest bi têkoşîna xwe kir du daxwazên me hebûn. Daxwaza me ya yekem ew e ku birayê min ê girtî bê berdan. Daxwaza me ya duyemîn jî ew e ku berpirsyarên qetlîama li nexweşxaneyê bên darizandin. Em daxwaza sêyemîn jî li vê daxwazê zêde dikin û têkoşîna me ya li ber edliyeyê dewam dike heta rojnamevan Emrullah Acar neyê berdan em ê hewl bidin bibin dengê wî.”