Xizmên girtiyan bi fikar in 2021-11-22 09:12:26   ÎZMÎR - Xizmên girtiyan diyar kirin ku Midûrê girtîgeha Kiriklar a Bucayê Haydar Alî Ak ku nû hatiye tayînkirin, rêbazên gihiştiye îşkencê pêk tîne û diyar kirin ku bila rayagiştî bala xwe bide girtîgehan.   Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçe zêde dibe. Bi pandemiyê re şert û mercên li girtîgehan girantir bû. Xizmên girtiyan diyar kirin ku li girtîgeha Kiriklar a Bucayê zextên li ser girtiyan zêde bûne, midûrê nû Haydar Alî Ak zext zêde kirine.   Dayika Firat Yagmekan yê li koxuşa F-2 dimîne, Sultan Yagmekan got kurê wê di hevdîtinê de gotiye ‘midûrê nû Haydar Alî Ak zext zêde kirine, girtî ji hev cuda kirine û her sibeh bi ser koxuşan de digirin.’   ‘Sozên hat dayîn nehatin cih’   Sultanê daxuyakirin ku girtî li dijî pêkanînên midûrê girtîgehê li ber xwe didin û hemû têkiliya girtiyên siyasî ji hev qût kirine û wiha dirêjî dayê: “Girtî li dijî zextan ketin grevê û gotin daxwazên wan tînin cih. Lê midûr sozên da neanî cih. Kurê min got ‘Me li dîwar û deriyan xist me li berxwe da. Em xwarinê naxwazin, kêm jî bidin ne xem e. Birçîbûn ji bo me ne zehmet e.’ Rayagiştî li dijî girtîgehan bêdeng e. Ez bang li parlamenter û parêzeran dikim. Bila hemû cîhan dengê me bibihîze. Ez saleke kurê xwe nabînim. Li girtîgehan zext pir zêde bûne. Li hemû girtîgehan heman pirsgirêk hene. Em azadiya girtiyan dixwazin.”   ‘Çar girtî birine’   Xizma girtî Nazli Daghan ku bi telefonê bi birayê xwe Halîs Daghan re axivîye û Halîs jî gotiye gardiyan her sibeh bi ser koxuşan de digirin û kamera bicih kirine. Nazliyê ev tişt vegot: “Midûrê nû Haydar Alî Ak pêkanînên zextxwir pêk tîne. Davêjin hucreyê.  Midûrê nû tehdîd û zextan dike.  Çar heval ji koxuşê birine. Yên mane jî tehdîd kirine. Di hevdîtinan de axaftinan guhdar dikin. Ji ber axaftinan carna dozê vedikin. Me serî li ÎHD’ê da. Bila her kes bizane, bêdeng nemîne.”   Li girtiyên nexweş îşkence’   Xizma girtiyekî ku nexwest navê xwe bide got ji girtiyê bi navê Îbrahîm Dîkan ku gardiyanan biriye koxuşek din agahî nayê girtin û hinek girtiyan dikin hucreyên wek qefes tê binavkirin bicih dikin. Her wiha daxuyakirin ku girtiyên nexweş Mehmet Siddik Bîçer û Omer Aslan kirine bin karantînayê, lê ne li odeya karantînayê bûne û wiha dawî lê anî: “Îsmet Guldem yê nexweşê şekir, gurçik, tansiyon û diyabetê ye  û 60 saliye 10 roj zêdetir li hucreya yek kesî tê girtin û jiyana wî di xetereyê de ye.”