ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2021'Ê 2021-11-22 09:00:00   * Dr. Fîlîz Yildirim a di encama şîdeta mêr de têkoşîna jinê nas kir, li dijî mêrê ku dest jê berdaye têkoşîna hiqûqî dide. Fîlîzê got: “Ji bo dengê xwe bidim bihistin divê bimrim gelo?” Fîlîzê peyama ‘serî netewînin’ da jinan. BI DÎMEN    *Çalakvanên ku tevlî çalakiya kon a Derîiyê Sêmalka dibin dan zanîn ku ew dev ji israra xwe ya wergirtina cenazeyên zarokên xwe bernadin û heta cenaze bigirin wê bi awayekî çalak tevlî çalakiyê bibin. BI DÎMEN    *Ber bi 25’ê Mijdarê ve jinan der barê girîngiya rojê de ji ajansa me re axivîn. Piranî jinan diyar kirin ku demên cuda yên jiyanê de şîdet dîtine, piranî jî li dijî şîdetê nizanin ku serî li kîjan mekanîzmayan bidin. Jinan gotin çavkaniya şîdetê dewlet û daraz e û li dijî vê wê bêyî serî bitewînin bersivê bidin. BI DÎMEN    *Xizmên girtiyan diyar kirin ku Midûrê girtîgeha Kiriklar a Bucayê Haydar Alî Ak ku nû hatiye tayînkirin, rêbazên gihiştiye îşkencê pêk tîne û diyar kirin ku bila rayagiştî bala xwe bide girtîgehan. BI DÎMEN