Platforma Jinan a Enqareyê: Li dijî şer, xizanî û tundiyê dakevin qadan 2021-11-21 14:49:54     EQMERE - Platforma Jinan a Enqerê, ji bo çalakiya ku wê di 25'ê Mijdarê de bike, bang li hemû jinan kir ku li dijî şer, xizanî û tundiyê li qadê bin.    Platforma Jinan a Enqerê, bi armanca ku baga tevlibûna çalakiyên 25' Mijdarê Roja Têkoşîna li Heberî Tundiya li Jinê ya Navneteweyê li jinan bike, daxuyanî da. Li salona daxuyaniya ku gelek jin tevli bûn, pankarta, "Li dijî şer, xizanî, tundiya mêr û dewletê di 25'ê Mijdarê de têkoşîna bi hev re" hat daliqandin.    Li ser navê Platformê Zeynep Korkmaz metna daxuyaniyê xwend.   Zeynep diyar kir ku ew li dijî kesên ku tundiyê wekî qedera wan dibînin ew ê jiyanê biparêzin û wiha got, "Em di Roja Têkoşîna bi Tundiya li Jinê de  bang li gelên xwe û li hemû jinan dikin ku ji bo em jiyana xwe biparêzin li dijî şer, xizanî û tundiyê di 25'ê Mijdarê de li Qada Sakaryayê tevli çalaiya ku wê di 18.30'an de li dar bixin bibin."