TJA'yê derbarê çeteyên fuhuşê de daxuyanî da 2021-11-21 12:44:50     COLEMÊRG - TJA'yê derbarê çeteyên fuhuş û hişbirê yên li Colemêrgê ku di rojevê de ne daxuyanî da û li dijî van çeteyan banga berxwedan bi rêxistin kir.    Di rojên borî de hatibû diyarkirin ku li navenda Colemêrg û navçeyên wê çeteyeke ku di nav de leşker û cerdevan jî hene bi rêya şantajê fûhuşê li jinan ferz dike heye. Di encama şantaja vê .çeteyê de jinek hat qetilkirin û li yekê jî întîhar hat ferzkirin. Derbarê fuhuş û bikaranîna hişbirê ya li herêmê ku di encama polîtîaya şerê taybet de zêde bûne Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyeke nivîskî weşand.   'Zêdetirî 40 sal in Kurd bi her cureyê şer re rû bi rû mane'   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikûmet dixwaze hemû nirxên mirovahiyê binpê bike û hewl daye zemîneke ku rastî bêwate bibe ava kiriye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kevneşopiya netew-dewletê ya sed salî ya li Tirkiyeyê mirovan ji bilî mirinê layiqî tu tiştekî din nabîne û wiha hat gotin, “Hikûmet tevî hemû hewldanên xwe li pêşberî rastiya civaka azad a jina azad bêçare maye.  Ji ber vê yekê, rêbazên şerê taybet ên ku dê hemû nirxên exlaqî-çandî hilweşînin, têne sepandin. Gelê Kurd ev çil sal e bi her cure polîtîkayên qirêj ên şerê taybet re rûbirû maye. Xizanî, zordarî, tundî, kuştinên kiryar nediyar, valakirina gundan, girtin, sirgûnkiriê.... Bi polîtîkayên şerê taybet re her cure rêbazên ku exlaq û nirxên civakî ji holê radikin ên weke destdirêjî, destavêtin, fuhûş, bikaranîna hişbirê li dijî civakê wekî çek tên bikaranîn.   'Nirxên civakî yên gel tên tunekirin'   Di daxuyanî wiha hat berdewamkirin "Nêzîkatiya bêexlaq û hiqûqî ya li hemberî Ekîn Van, derxistiye holê ku mekanîzmaya dewletê li ser bedena jinê polîtîkayên qirêj çawa dimeşîne. Di demên dawî de Çetyeke fuhûşê ya ku li gund, navçe û navenda Colemêrgê peyda bûye heye. Li dijî van hemû polîtîkayên şerê taybet ê kirêt pêdivî bi têkoşîna rêxistinkirî heye. Em wekî jinên ku daxwaza civaka bi ehleq dikin dibêjin di serî de colemêrg em ê li ti deverê li heberî van pêkanînan bêdeng nemînin. Em ê vê tora êrîşê ku li hemberî rûmeta Gelê Kurd hatiye pêkanîn parçe bikin Û êrîşên wan vala derxînin."