'Em ji bo aştî û aramiya Rojhilata Navîn dicivin' 2021-11-21 09:13:15     Dîlan Babat   ENQERE - Berdevka Maseya Rojhilata Navîn a HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê serdanên xwe yên li Rojhilata Navîn de axivî û diyar kir ku di serdanê de li ser pirsgirêka Kurd û Filistînê û pergala hevserokatiyê nîqaş hatine kirin û got: "Em ê hewl bidin ku biçin serdana Fas, Misir û welatên din jî."    Hevberdevkên Maseya Rojhilata Navîn a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogullari û Gulîstan Kiliç Koçyîgît di navbera 6-9'ê mijdarê de li  Rojhilata Navîn gelek serdan pêk anîn. Di çarçoveya serdanê de şande bi Partiya Yekîtiya Gel, Partiya Demokratîk a Gelan, Partiya Komunîst a Urdinê û nûnerên rêxistinên jinan, Seroka Federasyona Karkerên Serbixwe û nûnerên hêlên karsazan re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinan de gelek mijarên cuda hatin nîqaş kirin. Hevberdevka Maseya Rojhilata Navîn a HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît derbarê serdana xwe de ji ajansa me re axivî.    'Ji bo aştî aramiyê em dicivîn'    Gulîstan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên Maseya Dîplomasiyê ya HDP'ê û got: "Demek dirêj e ku Maseya Rojhilata Navîn hatiye avakirine. Em li Rojhilata Navîn dijîn. Em beşek ji erdnîgariya Rojhilata Navîn in. Rojhilata Navîn cihê ku hemû cîhan hevsengiya hêzan lê ava dike ye. Em hewl didin li ser zemîna têkoşîneke hevpar ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyên xwe yên bi Rojhilata Navîn re pêşbixin. Ji bo wekhevî û azadiya gelan ji bo aştî û aramiya herêmê em bi jinên Rojhilata Navîn re dicivin."   'Em ê serdana Fas û Misirê bikin'   Gulîstan, diyar kir ku piştî ku Komeleya Jinan a Tûnisê ew vexwendibûn welatê wan, wan hinek serdan pêk anîn. Gulîstan wiha axivî: "Em ji bo Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn çûn Lubnan û Beyrûtê û dema ku em li wir bûn, hinek serdanên me pêk hatin. Lê ev serdana Urdunê ya maseyê cara yekem e. Di pêvajoyên pêş de em plan dikin ku serdanên xwe zêde bikin. Em plan dikin ku wek Urdinê bi çin Fas, Misir û welatên din serdanên xwe bidomînin. Niha Komîsyona me ya Têkiliyên Derve hem li Ewropayê hem jî li Rojhilata Navîn xebateke cidî ya dîplomatîk dimeşîne.”   'Pirsgirêka kurd û filistînî'   Gulîstan, da zanîn ku di hevdîtinê de li ser çareserkirina pirsgirêka kurd, girtina partiya xwe û encamên şer ên li Rojhilata Navîn hatin nirxandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Urdun jî wek hemû welatên Rojhilata Navîn, Tirkiye pir cidî dişopîne. Bi taybetî jî baş dizanin ku rejîma Erdogan li Rojhilata Navîn dixwaze çi bike. Weke hêza berxwedêr a li dijî rejîma Erdogan, haya wan ji rewşa partiya me û dosyaya girtina partiya me heye. Li Rojhilata Navîn du pirsgirêkên kevnar hene. Pirsgirêka filistîn û kurd ku mîrateya Şerê Cîhanê yê Yekem e ji bo vê erdnîgariyê. Di hemû hevdîtinên xwe de em li ser wê yekê rawestiyan. Ji bo çareserkirina van her du pirsgirêkên bingehîn divê hemû hêzên şoreşger, pêşverû û demokratîk tifaqê bikin. Sîstema navneteweyî li ku derê bixwaze destwerdanê bike, pir bi lez xwe birêxistin dike û tifaqan ava dike. Em ji bo guherîna pergalê hatin gel hev û ji bo rêxistinbûnê gavan davêjin.    'Di peymana sedsalê de Urdun di xaleke krîtîk de ye'   Gulîstan, diyar kir ku wan di asta partiyan de civîn pêk anîne û wiha bi lêv kir: "Me bi aktîvîstên têkoşîna jinan re jî hevdîtin pêk anî. Em çûn serdana Leyla Xalid a ku ev demek e pirsgirêkên wê yên tenduristiyê heye. Leyla Xalid girtina Ayşe Gokkan û Leyla Guven şopandiye. Wî got ku ji bo Ayşe Gokkan peyama hevgirtinê şandiye. Di vê wateyê de gelek silav ji tevgera jinên Kurd re şand. Li herêmê guhertinên cidî çêdibin û mijara nêzîkbûna Îsraîl bi dewletên din ên ereb ên herêmê re. Urdun di qonaxeke krîtîk de ye derbarê bicîhanîna peymana bi navê sed salî. Hemû aliyên ku me bi wan re hevdîtin pêk anî, diyar kirin ku Urdun weke dewlet di navbera Îsraîl û Ereban de weke pirekê ye û bi awayekî cidî bêzar bûne. Dîsa hin gavên wekî mijara guhestina balyozxanê bo Qudsê, di nav tevgerên Emerîkayê de bû sedema nerehetiya cîhana erebî û partiyên opozîsyona çep ên li wir. Em dikarin bibêjin ku hesasiyeta Filistînê gelekî bilind e. Welatê ku em jê re dibêjin Urdun bi rastî jî berdewamiya Filistînê ye. Civakeke îdarî û sîstemî ji hev cihê lê bi hev ve girêdayî ye, tenê sînorek hatiye kişandin. Her wiha diyar kirin ku di aliyê sendîka û partiyên siyasî de desteserkirineke giran li mafan hatiye kirin. Yek ji mijarên herî girîng jî qeyrana aborî, bêkarî û bêhêvîtiya ciwanan e ku em li Tirkiyeyê jî ji nêz ve pê re dijîn. Di vê wateyê de daneyên bêkariyê pir zêde ye. Me li ser van hemû mijaran nêrînên xwe bi jinan parvekir."   'Me hesasiyeta birêz Ocalan a ji bo jinan anî ziman'   Gulîstan, diyar kir ku di hevdîtinê de li ser çareseriya pirsgirêka kurd û polîtîkayên Serokkomar Tayyîp Erdogan hatiye rawestandin û wiha wiha dewam kir: “Hewldana girtina partiyê ya bi hinceta Kobanê jî di hevdînên me de bûn mijar. Her wiha di hevdîtinan de hat diyar kirin ku dê piştevaniya xwe ji bo partiya me bidomînin. Ligel êrîşên li dijî têkoşîna jinên kurd, me prensîba hevserokatiya xwe û partiya me ya tifaqê jî di hevdîtinan anî ziman. Her çend partiya me nas dikirin jî, pergala me ya temsîliyeta wekhev meraq dikirin. Pir caran pirsa 'Hûn di bin îdeolojiyên wisa cuda de şerekî çawa dikin' ji me re hat kirin. Ji pergala me ya hevserokatiyê re pir biyanî ne. Di vî warî de gotin ku em heyranê pergala we ya hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev in. Têkoşîna herî bingehîn a jina kurd a li vî welatî, serkeftina têkoşîna jinên femînîst e. Herî dawî ev jî wekî hesasiyeta jinê ya birêz Ocalan ku perspektîfa siyasî ya partiyê nivîsandiye jî dikare were îfadekirin."   Gulîstan, da zanîn ku di hevdîtinê de li ser deklerasyona dawî ya Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn jî axivîn û got ku ev deklerasyon dikare têkoşîna jinan a li tevahiya Rojhilata Navîn bi leztir bike.   Peyama hevgirtinê   Gulîstan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Derfeta me çêbû ku em bi berfirehî behsa rejîma Erdogan a li Tirkiyeyê, zêdebûna tundiya li ser jinan, ji holê rakirina Peymana Stenbolê, polîtîkaya zextê ya li dijî hevserokên xwe û tevgera jinan bikin. Her wiha di hevdîtinan de hat diyar kirin ku ew vê yekê dişopînin û ew ê bi jinan re bibin yek.”