'Divê jin polîtîkayên dewletê yên li ser kurdan tên meşandin îfşa bikin' 2021-11-21 09:01:30     Medya Uren-Derya Ren   AMED - Li Bakurê Kurdistanê yek ji rêbazên êrişên dijminatiyê yên tên meşandin polîtîkayên êrişên taybet in. Ciwanan têkildarî siyaseta qirker û mêtinger a dewleta tirk de wiha gotin:"Em di pêvajoyek dijwar ku şerekî konek tê meşandin de derbas dibin. Ev jî bi taybet li ser jin û ciwanan tê meşandin. Pêwist e jin û ciwan jî xwe bi rêxistin bikin û polîtîkayên dewletê yên li ser kurdan didin meşandin îfşa bikin."   Siyaset û polîtîkayên dijminatiya li hemberî kurdan ne tenê li parçeyekî li her çar parçeyên Kurdistanê tên meşandin. Bi awayekî sîstematik tê xwestin ciwan ji rastiya xwe dûr bikevin û fuhuş, sîxurtî li wan tên ferzkirin. Li Bakurê Kurdistanê jî bi taybet ev siyaseta qirker û mêtînger ku ciwanên kurd biçûk dixe û bê rûmet dihêle di meriyetê de ye. Têkildarî êrişên polîtîkayên taybet ciwanên Amedê nirxandin kirin.    'Parastina rewa parastina civakê ye jî'   Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ronda Bad têkildarî êrişên polîtîkayên taybet ên li ser kurdan wiha diyar kir:"Ger em li mînaka Gulîstan Dokû û Îpek Er temaşe bikin jixwe eşkere ye ku bi taybet êrişek li dijî jina kurd tê maşandin. Ev raste rast darbeyeke li ser hişê civakê û ciwanan e. Em dikarin êrişa li ser jin  û ciwanan weke êrişek nîjadî jî binirxînin.  Dijminatiya wan a li dijî kurdan e. Em dikarin pirsa çima ciwan, jî wisa binirxînin. Ji ber ku jinên ciwan pêşeroja civakê diyar dike. Parastina rawa jî ne tenê parastina kesî ye, parastina civakê, çand, ziman û hemû nirxên civakê ne. Divê em di ferqa vê de bin û li gorî wê tev bigerin."   'Ji koletiya wan rizgar bibin'   Endama Meclîsa Ciwanan Dîlara Sancar jî diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet bi taybetî li ser Kurdistanê tên meşandin û wiha berdewam kir:"Giraniyek mezin li ser Kurdistanê heye. Dixwazin ciwanan fêrî tiryakî û fihuşê bikin. Ji derveyî wê jî li ser ziman û çanda wan ji êrişek raste rast heye. Encamên van êrişan jî em dikarin bi sedan mînakan re eşkere bikin. Lewra pêwîst e ku êdî ciwanên me şiyar bibin û ji bo parastina rewa bikevin nava tevgerê. Baskên ciwanan têkildarî van êrişan demek dirêj e jî kampanya daye destpêkirin. Em dixwazin ciwan xwe bi rêxistin bikin û ji koletiya van êrişan rizgar bibin."   'Divê em polîtîkayên dewletê îfşa bikin'   Zulfiye Kismi jî bal kişand ser îfşakirina polîtikayên dewletê û wiha pê de çû:"Li her parçeyê Kurdistanê ev polîtîkayên êrişên taybet tên meşandin û giraniyek mezin jî dane ser Bakurê Kurdistanê. Vê jî bi îqtidara AKP’ê re şeklekî din girt û heta niha dewam dike. Gotinek AKP’ê ya wiha hebû; ‘Têkiliyên aloz bijîn’. Niha jî vê gotina xwe di Kurdistanê de xistine meriyetê. Bi destên çete û leşkerên dewletê gelek jin û ciwanên me xistin kemîna van qirêjiyan. Herî dawî jî li Colemêrgê û Şirnexê gelek çeteyên dewletê jin xistibûn nava tora fihuşê û navê wan parve dikirin. Ev kesan em dizanin bi dewletê re dixebitin û bi destên wan ev tê meşadin. Pêwist e jin timî van polîtîkayên wan îfşa bikin. Em ê bi rêxistin û hevkariyê jî hêzê bigirin û destûra van êrişana nedin."   'Em ê teqez bi ser bikevin'   Nevriye Çûr jî herî dawî li ser polîtîkayên îqtidara AKP’ê wiha nirxandin kir:"Îqtidara ku dijminatiya jinan dike ji bo ku hestên zayendperestî û nîjadperestiyê enjekteyî civakê bikin hemû rê û rêbazan bi kar tînin. Ji dibistanan bigirin heta qadên kedê û medyaya civakî bûne amûrê van êrişên polîtîkayên taybet. Dadgeh jî bi polîtîkayên bêcezatiyê re piştgiriyê dide vê yekê. Bi taybetî jî dewlet di aliyê aboriyê de jinê mihtacê xwe dike û wan dide şixulandin. Em dibînin xwendevan ango jinên ku pîşeya wan hene jî ji ber xizaniyê dikevin kîjan rewşê. Heta li Wanê hewildane ku jinek ciwan bikin sîxur. Divê em wan teşhîr bikin. Pêwist e em nekivin kêmasiyên ku ew me dehf bidin. Em ê jinên ciwan rêxistina xwe ava bikin û li dijî polîtîkayên êrişên taybet bi ser bikevin."