Li Şengalê semînera 25’ê Mijdarê 2021-11-20 17:10:59   ŞENGAL - Ji hêla TAJÊ ve li gundê Xanasora Şengalê semînerek hat lidarxistin. Beşdervanên semînerê bal kişandin ser feraseta civakê ya ku bandorê li ser jinê dike û gotin: "Divê jin tevlî xebatên jinan bibin û xwe bi rexistin bikin."   Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Şengalê ji hêla Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve çalakiyên cuda tên lidarxistin. Jinan îro li gundê Xanasor a Şengalê semînerek li dar xist. Semîner bi dirûşma “Li dijî zordariyê dem dema xwe bi rêxistinkirin û parastina jinê ye" hat lidarxistin. Semîner ji hêla endama Koordînasyona TAJÊ Cîhan Çilo û berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî ve hat birêvebirin. Bi dehan jin û mêr ên ji gundê Xanasor, Serdeşt û Sinonê ve û her wiha endamên saziyên gel û meclîsên jin jî amadebûn.   Çîhan, di semînerê de bal kişand ser girîngiya roja 25’ê Mijdarê û şîdeta li hemberî jinê. Sebîha Sebrî ji di semînerê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li Efrînê jin tên revandin tên qetilkirin. Lazime em tehlîl bikin çima li her derê jin dibin hedef. Ligel êrişa dijmin jin li malê jî bi zext û êrişa mêr re rûbirû dimîne. Zîhniyeta serdest a mêr desthilatdariya xwe li ser jinê fert dike. Lazime ne jin ne jî zilam vê serdestiyê qebûl bike."   Kinê Xidir di semînerê de wiha axivî: "Tu ferq û cûdahî di navbera jin û mêran de nîne. Herdû mirov in. Lê bandora civakê li ser me gelek zêde ye. Meha borî gelek jin hatin kuştin. Lê ez bang li her kesî dikim ku xwekuştin nabe çareserî. Saziyên me hene meclîsên me hene û em dikarin bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin."    Piştî nîqaşên beşdervanan semîner bi dawî bû.