Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25'ê Mijdarê ragihandin 2021-11-20 14:37:44   QAMIŞLO - Komîteya Çalakiyên Tevgerên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ragihandin.    Komîteya Çalakiyên Tevgerên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek çapemeniyê bi dirûşma "Têbikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe" rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê ya cîhanî li parka xwendinê ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê ragihandin. Di daxuyaniyê de bi sedan jin, endam, tevger û saziyên rêxistina jinan amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star Rihan Loqo ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Bi dirûşma “Têbikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe” em bi rihê “Hevrîn Xelef, Sewsen Bîrhat, Hind û Saeda, Denîz Poyraz, Leyla Agirî, Zehre Berkel, Kerîma Lorana” têdikoşin. Jinên berxwedêr ên ku li dijî zihniyeta pergala netewe-dewleta baviksalarî têdikoşin û ji bo vê têkoşîna xwe canê xwe feda dikin. Têkoşîna van jinan û berxwedana wan a lehengî, ji bo me bûye ronahiya azadiya jinê, em ê di rêya wan de bi îrade û cesaret, bighêjin jiyaneke bi rûmet û azadiya jinê.   Ji sedî 70 tundî li jinên cîhanê tê kirin   Xwişk û hevrêyên me yên dozê! Bi hezar salan e ku qirkirinek li ser jinê tê meşandin, lê tu kesî kuştina jinan weke qirkirina li ser wan bi nav nekir, jinên têkoşer ên li cîhanê berdêlên giran dane, ji Emerîkaya Latînî heta Tûnisê, ji Tirkiyeyê heta Polonya, ji Sûriyeyê heta Hindistanê, ji Belarûsya heta Iraq, Lubnan, Pakistan û Afganîstanê jin rastî zext û qirkirinê hatine. Pergala desthilatdariya mêr bi rêya ol, cudakariya zayendî û netewperestiyê tundiyê dimeşîne û domdar dike. Roja şehadeta Xwişkên Mîrabel weke bîranîneke dîrokî hate dîtin. Berxwedana jinê ya li hemberî zilm, neheqî û mêtîngeriyê hat ragihandin. Li ser vê rêgezê, Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di sala 1999'an de biryar da ku her sal bîst û pêncê Mijdarê li hemû deverên cîhanê bibe Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê. Em weke tevgerên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne şahidê bûyerên ku jinên li Sûriyeyê di van deh salan de derbas kirine. Ew rastî tundî û binpêkirinên herî giran û xerab ên weke destavêtin, îşkence, girtin û windakirinên bi zorê û talankirinê hatine. Bi taybetî li herêmên ku dewleta tirk dagir kiriye, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin. Dewletên navneteweyî jî bêdeng mane. Tevî ku tundiya li dijî jinê bi hemû şêweyên xwe yek ji binpêkirinên herî berbelav ên mafên mirovan e lê ji sedî 70 jinên cîhanê di jiyana xwe de rastî tundiyê tên. Nemaze piştî ku ji aliyê desthilatdar û dewletan ve bûye kiryareke sîstematîk, ev yek bi awayekî herî xirab derketiye holê.   25'ê Mijarê roja destpêkirina berxwedana jinan e   Lewra nirxandina vê rojê dê weke destpêka berxwedana jinê ya dîrokî were hesibandin. Tundî xwedî dîrokek kûr e û li hemberî vê jî berxwedaneke lehengî hebû. Lê belê dîroka ku bi destê serdest û desthilatdaran ve hatiye nivîsandin, aliyê têkoşîna jinê ya ji bo parastina hebûn û xweseriya xwe ji holê rakiriye. Sedsala bîst û yekê weke sedsala azadiya jinê tê dîtin, xwişkên me, hevrêyên me û hemû jinên dildarên azadiyê, em ji erdnîgariyeke ku bi berxwedana xwe hêzeke weke DAIŞ’ê têk bir, dengê xwe bilind dikin.   Em dikarin bi rengê jinê pergala xwe ava bikin   Na ji tundiyê re, na ji dagirkeriyê re, na ji şerê çekdarî re, na ji şer re, na ji guhertina demografîk re, na ji qirkirinê re, na ji kuştina jinan re. Em bi wesîleya vê rojê careke din bang li xwişkên xwe yên hemû cîhanê û bi taybetî xwişkên xwe yên Sûriyeyê dikin, bi hevgirtin û yekbûneke gerdûnî ya têkoşîna azadiyê, em dikarin wê pergala tunderew têk bibin, pergaleke bi rengê jinê bi bîrdoziya jinê ya ku wekhevî, azadî, demokrasî û aştiyê di nava xwe de dihewîne, em dikarin ava bikin. Ew hêz, biryardarî û vîna me heye û di vî alî de, em ji xwe bawer in.   Li ser vê bingehê em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi dirûşma “Têbikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe” ji 20’ê Mijdarê heta 10’ê Kanûnê rêzeçalakiyan li dar bixin. Bernameya kampanya me wiha ye:    *Dayîna semînerên giştî û taybet ji jinan re li gund, bajarok, navçe, sazî û kampan li ser (tundî û cureyên wê - tundiya siyasî - zagonên jin - awayên zewacê).    *Dayîna semînerên giştî ji bo guhertina zihniyeta mêran.    *Vekirina dewreyeke perwerdeyî ya ji bo mêran.    *Lidarxistina gotubêjekê ya li ser înternetê.    *Lidarxistina semînereke diyalogê ya giştî ya derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.    *Lidarxistina atolyeyên derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.    *Lidarxistina platformên giştî û bernameyên televizyonê.    *Nîşandana şano û pandomîman li cihên giştî.    *Belavkirina broşuran a bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya cîhanê.    *Lidarxistina meşên taybet ên ji bo jinan ên li hemû kantonan.    *Lidarxistina meşên taybet ên ji bo mêran ên li hemû kantonan.    *Kampanyaya Haştagê ya li ser medyaya dîjîtal.