Dayikên Şemiyê: Helalkirin û hevrûbûn ne wek hev in 2021-11-20 14:04:08   STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo Hayrettîn Eren ê 41 sal berê hat windakirin edalet xwestin. Xwişka Hayrettîn Eren Îkbal Eren di çalakiyê de wiha got: "Ne mimkûn e ku em ji wan kesên ku 41 sal in vê zilmê li wan kirine helal bikin. Helalkirin û hevrûbûn ne wek hev in."   Dayikên Şemiyê di hefteya 869’an de çalakiya xwe ji ber şewba vîrûsê, li ser medyaya dijîtal li dar xistin. Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Hayrettîn Eren ê ku di 21'ê mijdara 1980'an de bi hevalê xwe re li navçeya Saraçhane ya Stenbolê hat binçavkirin, pirsîn.   41 sal in em têkoşîna edaletê didin'   Xwişka Hayrettîn Eren Îkbal Eren di çalakiya vê heftê de wiha axivî: “Tevî îtîrazên me jî tu doz nehat vekirin. Edalet ji bo Hayrettîn pêk nehat. 41 sal in em têkoşîna edaletê didin. Di vê têkoşînê de dê û bavê me şehîd ketin. Yên ku xwişk û birayên wan, hevjîn û zarokên wan ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin bêyî ku aqûbeta xwe bizane û beriya ku bên cem hev mirin. Dê û bavê min nikarîbûn aqûbeta Hayretin hîn bibin, lê lêgerîna wan bi dawî nebû. Em ji cihê ku lê mabûn lêgerînê didomînin. Xizmên windayan tu carî demên asayî ne jiyane. Niha em ne di demên asayî de dijîn. Mehmet Eymur li ser îşkenceyên xwe daxuyanî dide, berê jî Mehmet Agar xwe eşkere kiribû. Dozger me nabihîzin, ma ew jî nabihîzin?"   'Helalkirin û hevrûbûn ne wek hev in'   Îkbal, anî ziman ku berpirsyarê cînayetên kiryar nediyar Mehmet Agar e û wiha bi lêv kir: “Mehmet Eymûr li xwe mikur tê ku sûcê îşkenceyê îtîraf kir. Serokomar dema serokwezîr bû diyar kiribû ku dê berpirsiyaran bidarîzinin. Me her tim got faîl diyar in lê winda li ku ne? Kî ji kijan demê birinê li ku diyar in. Kesên ku îxbariya xwe dikin hene, lê hûn li benda çi ne? Ji me tê xwestin ku em kesên ku birayê min qetilkirina helal bikin. Ne mimkûn e ku em ji wan kesên ku 41 sal in vê zilmê li wan kirine helal bikin. Helalkirin û hevrûbûn ne wek hev in."   'Bêdengî tê wateya qebûlkirine'   Setenay Yarici, biraziyê Hayrettîn Eren e, daxuyaniya hefteya 869'an xwend û wiha got: “Dewlet di her şert û mercan de mafê jiyanê yê ferdî biparêze û xetereyên li ser jiyana wî ji holê rabike ev berpirsiyariya dewletê ye. Ji ber vê yekê jî dema ku hêzên ewlehiyê kesek binçav dikin, erka dewletê ya parastina wî kesî dest pê dike. Ger kesek di girtîgehê de winda bibe, berpirsyarê vî sûcî dewlet e. Ev 869 hefte ye em diqîrin: Dewlet weke polîtîkayek kujeran diparêz e. Îtîrafên îşkence, windakirin û kuştinên siyasî yên ku ji aliyê burokratên payebilind ên emniyetê û rayedarên cemaweriyê ve bi agahiya dewletê tên kirin, dewlet bêdeng e û dixwaze bûyerên heyî bên asayîkirin.”   'Erka xwe bi cih bînin'   Setenay bi bîr xist ku dema Hayrettîn Eren hat binçavkirin wesayîta Hayrettîn Eren li baxçeyê Midûriyeta Polîsan a Gayrettepeyê bû lê ji malbata wî re hat gotin "Kurê te ne li vir e" û wiha dom kir: "Hemû serlêdanên malbata wî yên ku li Hayrettîn digerin sê nifş in ango 41 sal in bê encam mane. Ji ber ku faîlên Hayrettîn Eren nehatin cezakirin û hatin parastin. Di hefteya xwe ya 869'an de em careke din serî li rayedarên edlî didin: Wezîfeya dozger û dadgehan e ku kes û rêxistinên sûc û çawaniya windakirina Hayrettîn Eren ê di girtîgehê de pêk hatiye, tespît bikin û ceza bikin. Vê peywirê bi cih bînin. Çiqas sal derbas bibe jî, ji bo Hayrettîn Eren em ê dest ji Galatasaraya bernadin û em ê ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin. Her wiha divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqî yên gerdûnî tevbigere."