TJA û Dayikên Aştiyê bi çalakiya 25'ê Mijdarê hatin gel hevdu 2021-11-20 13:43:23   ÎZMÎR - TJA û Însiyatifa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de hatin gel hevdu. Jina ji bo beşdariya çalakiyên 25'ê Mijdarê bang kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Însiyatifa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de li Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çimentepeyê li taştê hatin gel hevdu.    Berdevka Însiyatifa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin li ser taştê mafê axaftinê girt. Behiyeyê banga beşdariya ji bo çalakiyên 25'ê Midjarê kir û got:"Em ê di 25'ê Mijdarê de ji bo hemû jinên tên qetilkirin û tundî li wan tên kirin li qadan bin. Ji bo tundiya mêr bi dawî bibe divê jin bêtir derkevin qadan."