Li Cizîrê çîrokên jinên ku hatine qetilkirin hat xwendin 2021-11-20 13:20:48   ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê de çîrokên jinên ku hatine qetilkirin xwendin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberê Tundiya li Ser Jinê ya Cihanê li Dortyol a Cizîra Şirnexê çîrokên jinên ku hatine qetilkirin xwendin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek jin tevlî bû çalakiyê bûn.   Di serî de Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zilan Ecevît axaftineke kurt kir. Zîlan, anî ziman ku ev roj ji bo jinan gelek girîng e û wiha got: “Li dijî dîkdatoriya Trîjullo 3 xwîşkên Mîrabell têkoşînek da destpêkirin û ev têkoşîn heta îro berdewam dike. Wekî her sal îsal jî di 25’ê Mijdarê de li dijî pergala mêr li qadan em ê dengê xwe bilind bikin.”   Jinan piştre jinên ku hatine qetilkirin çîrokên wan xwend. Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.