Encamnameya Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî hat eşkerakirin 2021-11-20 10:20:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya 3’yemîn Konfransa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê hat aşkerakirin. Di encamnameyê de wiha hat gotin: "Ji bo nivîsandina qanûna medenî ya bi destê jinan dê komîteyek bê avakirin."    3’yemîn Konfransa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê, li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişlo bi tevlîbûna 200 delegeyan bi dirûşma "Bi tekoşîna jinên azad em ê edaleta civakî bi ser bixin" duh hat lidarxistin. Nûnerên sazî û rêxistinên sivîl ên jinan ên herêmê tevlî konferansê bûn. Li hola konferansê pankartên “Na ji dagirkeriyê re, na ji kuştina jinan re, na ji xwekuştinê re” û “Şîdeta li ser jinan şîdeta li ser civakî ye” hatin daliqandin. Konferansa ku rojek dom kir encamnameya xwe aşkera kir.  Endama Meclisa Jinan a Edaleta Civakî Aynûr Paşa encamnameya konferansê xwend.    Duh di konferansê de rapora xebata 3 salan hate xwendin. Jinan di konferansê de rewşa rêxistinî ya Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê û derbarê raporê de nêrînên xwe anîn ziman.    Her wiha rapora ku di konferansê de hatî xwendin wiha ye:    "*Di sala 2019'an de dozên ku hatine ber destê Dozgeriya Giştî wiha ne: Pirjiniyê 135 doz bû, zewicandina biçûkan 51, lêdan 292, bûyerên qetilkirinê 25, xwekuştin 6, fihûş 29, îxaneta li zewacê 4, destdirêjiya zayendî 3 û destdirêjî 11.   * Di 2020'an de 176 dozên pirjiniyê, 217 bûyerên zewicandina biçûkan, 226 lêdan, 12 bûyên qetilkirinê, 11 xwekuştin, 7 fihûş, 7 xiyaneta li zewacê, 5 destdirêjiya zayendî û 24  hatin ber destê Meclisa Edaletê.   * Di 2021'ê de 193 dozên pirjiniyê, 73 zewicandina biçûkan, 175 lêdan, 48 qetilkirin, 12 xwekuştin, 18 fihûşet, 10 xiyaneta li zewacê, 29 destdirêjiya zayendî  û 23 destdirêjî  hatin pêşkêşkirin. Hejmara dozên berdanê yên li dîwanên edaletê gihaşt 943'an.   * Dozên taybet bi jinan ên hatine ber destê Komîteya Lihevanînê ya Herêma Cizîrê di pêvajoya salên derbasbûyî de, hezar û 583 in, meclisê hezar û 184 ji wan çareser kir, 145 dozên tên lêkolînkirin, 94 ji dîwana edaletê re hatine şandin û 160 jî ji saziyên din re hatine şandin.   * Derbarê dozên taybet bi jinan û yên hatine Mala Jinê ya Herêma Cizîrê, 9 hezar û 464 in, ji wan 6 hezar û 378 hatine çareserkirin, 2 hezar û 588 ji dîwana edaletê re hatine pêşkêşkirin û 503 jî ji saziyên din re hatine pêşkêşkirin.   * Hejmara jinên di pêvajoya 3 salan de tundî li wan bûye û Malên Jinan bi hevkariya Desteya Jin a Herêma Cizîr ew parastine, pirsgirêkên wan çareser kirine gihaşt 114'an.   * Malên Jinan û Komîteyên Lihevanînê serdana 8 hezar û 496 mal kirin da qanûnên jinan şîrove bikin û wan hişyar bikin, her wiha hezar û 42 semînerên têkildarî dozên jinan ji wan zewicandina biçûkan hatin dayîn. Li ser vê yekê 5 hezar û 229 jinan sûd jê girtin û hejmara civînên rêxistinî yê ji endamên Malên Jin û Meclisa Edaleta Civakî re gihaşt 458'an."   Mijarên curbicur hatin nîqaşkirin   Piştre beşdaran li ser raporan nêrînên xwe anîn ziman û îşaret pê kir ku divê qanûnên xurtir ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan, piştgiriya jinan û bidestxistina mafên xwe werin diyarkirin û wiha hat gotin: "Her wiha çareserî ji êşên jinan re were dîtin, ev jî bi rêya perwerdekirina civakê pêk tê. Li aliyekî din jî divê çareserî ji pirsgirêka pirjiniyê re were dîtin û hîn zêdetir kar û xebat ji dozên qetilkirin û destdirêjî were kirin."    Têkildarî qetilkirina jinan, beşdaran banga erkdarkirina bijîşkekî tiba edlî kir, da dozên qetilkirin lêkolîn bike. Her wiha rê li pêşiya belavkirina bazirganên madeyên hişbir û kesên di nav ciwanan de belav dikin, were girtin. Paşê nîqaşa werşeya kar ên derbarê tundiya li ser jinan bisekinin de ku ji aliyê Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Cizîrê ve hatibû rêxistinkirin hate kirin   Encamname hat aşkerakirin    Encamnameya 3'yemîn Konferansa Meclîsa Jinan a Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê wiha ye:    "* Li kampa Waşokanî kampanyayeke hişyariya derbarê pirzewacî, zewaca temenê biçûk, nasandina madeyên hişber, bandor û ziyana wan li ser ciwanan û giştî civakê.   * Avakirina malperek li ser malperên tora civakî bi taybet ji bo Meclisa Jinê ya Edaleta Civakî ji bo ronîkirina karê saziyên dadweriyê û tawanên li dijî jinan.   * Platformek jinan were avakirin û hemû jinên sazî û rêxistinên jinan bigire nav xwe da li dijî tundiya li ser jinan bisekinin û rêbazên têkoşîna li dijî vê diyardeyê were dîtin.   * Bi hevkariya Desteya Jinan û Koordînasyona Jinan a Cizîrê navendên demkî yên parastinê û bicihkirina jinên tundî li wan dibe li Cizîrê, werin zêdekirin.   * Garantiyeke tenduristî ji endamên saziyên edaletê dîwanên edaletê, malên jinan û komîteyên lihevanînê were dabînkirin.   * Projeyên aborî werin vekirin da jinên di Malên Jinan û Komîteyên Lihevanînê de dixebitin, debara xwe bike.   * Li saziyên edaletê têkildarî guhartina hişmendiya mêrdestî dewreyên perwerdekirinê yên taybet bi mêran werin berdewamkirin.   *  Ji bo qanûnên têkildarî jinan, şîdeta bi her şêweyî û peymanên navneteweyî yên têkildarî jinan xebatên atolyeyan werin berdewamkirin.   * Komîteyek were avakirin da projeya qanûna medenî bi destên jinan nivîsandin.   * Dewreyên vekirî ji dayik û karkerên saziyên edalet were vekirin, ji ber zehmetiya perwerdeyên girtî dikişînin.   * Bi hevkariya Koordînasyona Jinan a Cizîrê navendên fêrkirina xwendin û nivîsandinê werin vekirin."